Bi komî deng dabûn: Partiyên Tifaqa Cûmhûr û Milet îtîraz qebûl nekirin 2023-05-30 15:10:24   MÊRDÎN - Partiya Çepên Kesk li Mêrdînê îtîrazî sindoqeke ku bi komî deng lê hatibûn dayîn kiribû. Îtîraz bi biryara partiyên di nava Tifaqa Cûmhûr û Milet de digirin hate redkirin.     Li taxa Qibala ya bi ser navçeya Artûklûya Mêrdînê ve di hilbijartina Tûra duyemîn a Serokkomariyê de beriya sindoq bên girtin, komek ji endam û rêveberên AKP’ê pêk dihat li Lîseya Anadolû ya Şakîr Sureyya Nûhoglû li şûna hilbijêrên ku neçûne dengdayînê, dengên wan bi komî bi kar anîbûn. Keomeke ku muxtar û cerdevan di nav de çûbûn ser sindoqa bi hejmara 1163’yan û ji bo namzetê Tifaqa Cûmhûr Tayîp Erdogan bi komî deng dabûn. Koma AKP’iyan êrişî xebatkarên li ser sindoqan kiribûn, leşkeran mudaxileyî êrişa AKP’iyan nekiribûn û dîmena vê keliyê hatibû kişandin.    ÇEPÊN KESK ÎTÎRAZ KIRIBÛ.    Partiya Çepên Kesk li ser vê yekê îtîrazî Serokatiya Desteya Hilbijartinê ya Artûklûyê kir. Di îtîrazêde hate xwestin ku ji bo sindoqa navborî deng ji nû ve bên hejmartin.    TIFAQA CÛMHÛR Û MILET QEBÛL NEKIR   Serlêdana Partiya Çepên Kesk ji bilî endamên karmend, bi dengên endamên Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê yên AKP, MHP, CHP û Partiya Îyî hatin redkirin. Di hinceta neqebûlkirinê ya lijneyê de hate gotin ku hejmara zerf û îmzeyan, bi şewitandina zerfan a bi awayekî ketober ji sindoqê hatine derxistin, hejmar weke hev lê hatine.    ÎTÎRAZÎ LIJNEYA JOR KIRIN   Partiya Çepên Kesk pişt re îtîrazî Desteya Hilbijartinê ya Bajêr kir. Di îtîraza hate kirin de wiha hate gotin: “Weke ku ev hinceta Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê nayê qebûlkirin wê rê li ber bûyerên bi heman awayî veke.” Di daxwaznameya îtîrazê de wiha hate gotin: “Hilbijartin ne tenê pêvajoya misogerkirina wekheviya di hejmara îmzeyan û hejmara zerfên li qeydê de ye. Ji ber bûyera li ser sindoqa bi hejmara 1163’yan pêk hat û di lênûska girtekê ya desteya sindoqê de jî heye ev hemû prensîb hatin binpêkirin.”