Di doza Sakîne Kultur a hatibû qetilkirin de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin 2023-05-30 15:35:45 ŞIRNEX  - Di danişîna doza Sakîne Kultur ku Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Şirnexê Îbrahîm Barkin jê tê darizandin, biryara lêkolînkirina qeydên HTS’ê hat dayîn.    Li navçeya Silopiya Şirnexê di 13’ê gulana 2022’yan de Sakîne Kultur ji alyê Serokê Ocaxên Tevgera Taybat a Bajarê Şirnexê Îbrahîm Barkin ve hatibû qeitlkirin. Derbarê kujer Barkin de bi tawanbariya “kuştina sêwirandî û eziyet lê kiriye” doz hat vekirin. Danişîna sêyemîn a doza Barkin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat lidarxistin. Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Parêzerên malbata Kultur, parêzerên endamên Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Baroya Şirnexê û Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî di danişînê de amade bûn. Parlamentera Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal û rêveberên HDP’ê danişînê şopandin.    Bersûc Îbrahîm Barkin ji girtîgeha lê girtî ye bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê hat kirin.    Di danişînê de li şahid S.U. hat guhdarîkirin. S.U., diyar kir ku ew  Sakîne Kultur û Îbrahîm Barkin nas nake û Barkin jê xaneiyek bêtabû xwestiye. Dozger bi sedema ku wê gumana revê ya bersûc heye xwest girtî bê darizandin.    ‘BÛYER BERÊ HATIYE PLANKIRIN’    Parêzera malbata Kultur, Oyku Çakmak anî ziman ku ji destpêkê ve bersûc îfadeyên bi nakokî dide û hem delîlên hene û qeydên HTS’ê jî nîşan didin ku bersûc bi nakokî beyanan dide. Oyku destnîşan kir ku bersûc ji berê ve bûyerê plan kiriye û got: “Bersûc personeleê Îderya Taybet a Bajêr e. Lê me tam hîn nekir ku bersûc ji karî dike. Di rapora ATK’ê jî derketiye holê ku maktul beriya bê kuştin, hatiye îşkencekirin. Lê îhtîmala ku bersûc bi  tenê maktul kuştibe, dest û lingên wê girêda be gelek kem e. Em dixwazin ev xisûs bên nirxandin û em dixwazin ku bersûc ji xapandina biwesf were cezakirin.”    BERSÛC DÎSA HEMAN PARASTIN KIR    Barkin ê bersûc jî wek danişînên din dîsa heman parastina xwe kir û xwe di bin navê “poşmantiyê” de parast.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN    Piştî parastinên hatin kirin şandeya dadgehê biryar da ku bersûc girtî bê darizandin. Her wiha dadgehê xwest ku qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin û kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin. Danişînek din taloqî 1’ê tebaxê hat kirin.