Dînamîtên Înşaeta Gurbagê diteqîne ziyanê didin hawirdorê 2023-05-30 15:52:21   AMED - Fîrmaya Înşaeta Gurbagê li Amedê dest bi çêkirina hîmê nexweşxaneya bajar kiriye. Ji bo hîmê nexweşxaneyê çêbike jî dînamîtan diteqîne û ev dînamît ziyanê didin hawirdorê.    Di dema çêkirina hîmê nexweşxaneya bajar a li Taxa Firatê ya navçeya Peyas a Amedê de dînamît tên teqandin. Dînamîtên ku ji hêla fîrmaya Înşaeta Gurbagê ve tên teqandin, ziyanê digihînin hawirdorê. Ji ber dînamîtên tên teqandin, mexdûrên erdhejê dikevin nava tirs û fikaran. Her wiha teqandina dînamîtan, ji bo avahiyên di dema erdhejê de xesar gihiştibûyê jî rê li ber talûkeyê vedike.    ŞÊNIYÊN TAXÊ DITIRSIN   Şêniyên taxê ji ber dînamîtên tên teqandin serî li Yekîneya Karên Nivîsan a Walîtiya Amedê dan û wiha gotibûn: “Di dema çêkirina hîmê Nexweşxaneya Bajar a Amedê de Fîrmaya Gurbagê ji bo şikandina keviran dînamîtan diteqîne. Vê rêbaza kevin ji bo maliyetê kêm bikin û ji demê qezenc bikin diceribînin. Lê ev rêbaz ziyanê dide me şeniyên taxê.”    ÎNŞAETA GURBAGÊ   Fîrmaya Înşaeta Gurbagê di 15’ê adarê de bi lehiyên li Rihayê rabûn re bûbû rojev. Piştî barîna zêde ya baran, Xaçerêya Abîdeyê ku îhaleya wê ji hêla vê şîrketê ve hatibû girtin, di bin avê de mabû û welatî tê de asê mabûn. Ji ber bêusuliyên vê fîrmayê li bajar 17 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.