Çemê Periyê rabû: Mal û gov di bin avê de man 2023-05-30 16:09:23   ÇEWLIG - Li navçeya Kanîreşê di encama rabûna Çemê Periyê de mal û gov di bin avê de man.    Li gundê Qirtuzî yê navçeya Kanîreş a Çewligê piştî barîna barana zêde Çemê Periyê rabû. Ji ber rabûna çem gelek mal û gov di bin avê de man. Di rabûna çem de kesê jiyana xwe ji dest neda û gundiyan jî bi derfetên xwe mal û govên xwe vala kirin.