Alî Çîçek li ser gora xwe hat bibîranîn 2023-05-30 18:17:52       AMED - Alî Çîçek ku li Girtîgeha Amedê li dijî binpêkirinên dijî mirovahiyê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe hat bibîranîn.    Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER), di çarçoveya bîranîna şehîdên meha Gulanê de Alî Çîçekê ku di sala 1982'yan de li Girtîgeha Amedê li dijî binpêkirinên dijî mirovahiyê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê ya Amedê bibîr anî. MED-DER, DBP, Komeleya 78'an û TÛHAY-DER tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin.     Hevserokê MEBYA-DER'ê Şehmûs Karadag ku di bîranînê de axivî, diyar kir ku ew di şexsê Alî Çîçek de xwe li ber hemû şoreşgeran ditewînin û got: "Heya xeyala wan a ji bo azadiyê pêk bê, em ê bitêkoşin."    Endamê Komeleya 78'an a Amedê Huseyîn Bariş jî got: "1982 ji bo kurdan ne dîrokeke jirêzê ye. Alî Çîçek di 28 saliya xwe de canê xwe ji bo vê têkoşînê feda kir. Lewma dîroka kurdan hîmê xwe yê berxwedanê ji vir digire."    Rêvebera TÛHAY-DER'ê Muşeher Ulker jî got ku ew deyndarên wan kesan e ku di vê rêçê de canê xwe feda kirine.