Encamên hilbijartina parlamenteriyê di Rojnameya Fermî de hat weşandin 2023-05-30 21:08:40       NAVENDA NÛÇEYAN- Encamên teqez yên hilbijartina giştî di Rojnameya fermî de hatin weşandin.   Hilbijartinên giştî yên parlamenteriyê yên dema 28’emîn ku di 14’ê Gulanê de pêk hat di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Di daneyên hatine weşandin de, hejmara parlamenterên ku partiyên siyasî û hejmara kesên bi awayekî serbixwe hatine hiljartin li gorî bajaran hatine diyarkirin.    Li gorî daneyên di rojnameyê de, li nav welat hejmara dengdêrên tomarkirî 60 mîlyon û 712 hezar û 745 e û yên deng bikaranîne jî 53 mîlyon û 994 hezar û 49 kes in. Ji van dengan mîlyon û 365 hezar û 86 jê nehatine qebûlkirin û rêjeya tevlibûna hilbijartinê ji sedî 88.92 ye.   Her wiha li gor daneyên di rojnameyê de hejmara dengdêrên li derveyî welêt jî 3 mîlyon û 423 hezar û 759 e û bi giştî mîlyon û 841 hezar û 846 kesî ray avêtine û ji van rayan 27 hezar û 440 jê nehatine qbeûlkirin. Rêjeya tevlibûnê jî ji sedî 53.80 ye.   Li gorî biryarê AKP’ê 268, Yenîden Refat 5, MHP’ê 50, Partiya Çepên Kesk 61, TÎP’ê 4, CHP’ê 169 û Îyî Partiyê jî 43 parlementer bi dest xistine.