Kesên di binçavan de hatin windakirin hatin bibîranîn 2023-05-30 22:13:22   STENBOL- Seroka ÎHD a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî ku di roja dawî ya Hefteya Windayan de axivî, diyar kir ku windakirina di binçavan de sûcê li hemberî mirovahiyê ye û got: "Em ê her hefte vî sûcê dewletê bibîr bixin."    Komîsyona Li Dijî Windakirina di Binçavan de ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê û Dayikçn/Mirovên Şemiyê xwestin di çarçoveya Hefteya Têkoşîna Li Dijî Windakirinên di Binçavan de li Qada Mizgeftê ya Şîşliyê findan vêxin, lê belê ji aliyê polîsan ve hatina stengkirin. Girseya ku li vir hat dorpêçkirin, paşê derbasî avahiya ÎHD a Şaxa Stenbolê bû. Li avahiya komeleyê find, qurnefîl û wêneyên kesên di binçavan de hatin windakirin li erdê hatin bicihkirin. Her wiha pankarta "Em ji bo windayên xwe edaletê dixwazin" jî hat vekirin. Parlementerê Partiya Demokratîk (HDP) ê Stenbolê Mûsa Pîroglû û hunermend Kerem Firtina jî tevlî çalakiyê bûn.    'EM Ê SÛCÊ DEWLETÊ BIBÎR BIXIN'   Seroka ÎHD a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî ku di çalakiyê de axivî, anî ziman ku 948 hefte ye ew sûcên dewletê bibîr dixin. Yoleriyê destnîşan kir ku di binçavan de windakirina mirovan sûcê li hemberî mirovahiyê ye û got ku dewlet jî bi vê yekê baş dizane. Yoleriyê wiha domand: "Em ê her tim vî sûcê li hemberî mirovahiyê li nav çavên wan bixin. Em ê her hefte bibîra wan bixin ku bê ev sûc çawa hatine kirin, sûcdar kî ne û kî ser van sûcan dinixumîne. Em ê dest ji vê israra xwe û helwesta xwe ya têkoşînê bernedin."    Paşê Nûnerê Wefqa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) ê Stenbolê Umît Efe jî axivî û got ku ew ê her tim li aqûbeta windayan bipirsin. Piştî Efe xizma windayan Hanîfe Yldiz jî destnîşan kir ku divê her kes xwedî li berxwedana Dayikên/Mirovên Şemiyê derkeve.    Herî dawî jî xizma windayan Hanim Tosûn got ku heya kiryar neyên dariznadin wê têkoşîna wan bidome.