ROJEVA 31'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-31 09:00:10       * Rojnamevan Alî Sobatî diyar kir ku piştî ku şerîat hat îlankirin cara ewil e ku rejîma Îranê bi xetereya rûxandinê re rû bi rû maye û got ku kevneşopiyeke nû ya berxwedanê derketiye holê.   * Şaredariya Sûrê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, xwest di çarçoveya projeya "Herêma Plansaziya Rêya Farqînê" de hin cihan têxe ber îmarê. Lê der barê projeyê de biryara "ne li gor mewzûata îmarê, rêgez û esasên plansaziyê û rêgezên bajarsaziyê ye" hat dayîn.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 800’emîn de berdewam bike.     * Danişîna doza derbarê tetîkkêşê Hîzbûllahê Cîhan Yildiz de têkildarî kuştina parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar hatiye vekirin wê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin (13.30)