Berxwedana Mexmûrê di roja 12’an de dewam dike 2023-05-31 10:10:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedana Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya li dijî têlkirin û dorpêça ser wargehê 12 roj in bê navber dewam dike. Dorpêça leşkerên Iraqê ya li wargehê jî hêj didome.   Ji 20’ê gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan ya Mexmûrê xendekan bikole, têl bike û bircan ava bike. Ji roja destpêkê heya niha penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyane û li ber xwe didin.   Xelkê wargehê 12 roj in bi şev û roj di nava berxwedanê de ne, 12 roj in Leşkerên Iraqê bi israr in û her roj hewl didin, derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin.   Xelkê wargehê duh bi şev jî di konên berxwedanê de heya siharê nobed girtin û heya niha jî ev berxwedana wan dewam dike.