Serokatiya Ragihandinê têkildarî ‘kabîneya nû’ daxuyanî da 2023-05-31 12:46:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê daxuyanî da ku “lîsteyên” têkildarî kabîneya nû nerast in.    Piştî ku hilbijartinên Serokkomariyê û parlamenteriyê temam bûn, her kes li benda kabîneya nû ye. Li ser medyaya dîjîtal “lîsteyên kabîneya nû” tên parvekirin. Serokatiya Ragihandinê lîsteyên tên parvekirin derewandin.    Navenda Têkoşîna bi Dezenformasyonê re ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê bi hin wêneyan daxuyanî da û lîsteyên hatine belavkirin derewandin.