Abbasî li Kerkukê ye 2023-05-31 12:53:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabît Mûhammed Abbasî bi şandeya ewlehiyê re serdana Kerkukê kir.    Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabît Mûhammed Abbasî û şandeya pê re, serdana Kerkukê kirin. Waliyê tayînî Kerkukê hatî kirin Rakan Cûbûrî, da zanîn ku cîgirê Fermandariya Operasyonên Hevkar û Fermandariya Hêzên Bejahiyê di nav şandeyê de cih girtine. Têkildarî armanca serdanê tu agahî nehatin parvekirin.