4 meh in kevirên Birca Keçikê nehatine rakirin 2023-05-31 13:33:16   AMED - Ji erdheja ku di 6’ê sibatê de li navçeya Bazarcixa Mereşê pêk hatibû heta niha kevirên ji Birca Keçikê hilweşiyabûn nehatine rakirin.   Di 6’ê sibatê de navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê erdhejeke dijwar pêk hatibû û di encama vê erdhejê de 11 bajar û nêzî 13 milyon kes jê bandor bibûn. Bircên Amedê ku di mîrateya cihanê de ne jî, ji vê erdhejê zirar dît û hinek cihên bircan hilweşiyabûn. Kevirên ku ji Birca Keçikê ya navçeya Sûrê ketibûn hêj jî nehatine komkirin û cihê ku zirar dîtî jî nehatiye restorekirin. Her wiha kevirên hilweşiyane, ji bo hatin û çûna welatiyan jî dibin asteng. Tevî hemû xetereyan jî, ji bo ewlehiyê tu bergirî nehatine girtin.