Walî destûr neda ku têkildarî polîsê gef li rojnamevanan xwar lêpirsîn bê destpêkirin 2023-05-31 13:40:56 WAN - Walîtîya Wanê bi hinceta “bi armanca xwe parastinê destê xwe avêt çekê” destûr neda derbarê polîsê bi kuştinê gef li rojnamevanên nûçe dişopandin xwarin de bê vekirin.        Li Wanê di mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hate li darxistin de rojnamevanên girseya ku dimeşiyan şopandin ji aliyê polîsan ve hatibûn derbkirin û bi kuştinê gel li wan hatibû xwarin. Yek ji rojnamevanan Mesût Bagci yê girse dişopand hatibû derbkirin û kameraya wî hatibû şikandin. Polîsekî sivîl jî bi kuştinê gef li nûçegihana ajansa me Bêrîvan Kûtlû û nûçegihana JINNEWS’ê Zelal Tûnç xwarin. Heman polîsî ji nûçegihana JINNEWS’ê Elfazî Toral re jî bi gotinên ‘ez ê te bikujim wê kes jî te nebîne’ gef xwaribû û çek kişandibû.    POLÎS XWE PARASTÎ YE!   Rojnamevanan piştî bûyera ku dîmenên wê hatin kişandin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê da û giliyê polîsan kirin. Walîtiya Wanê destûr neda derbarê polîs M.K. de lêpirsîn bê destpêkirin. Walîtiyê rojnamevan jî bi gotinên “ji bo rêxistinê nûçeyan çêdikin û miduriyeta polîsan reş dikin” sûcdar kir. Nivîsa ji aliyê walîtiyê ve ji dozgeriyê re hate şandin, hate îdiakirin ku polîsê tîşortê sor kiriye ber xwe ji bo xwe biparêze destê xwe avêtiye çekê.    Walîtiyê îdia kir ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya dîmen lê hatine parvekirin “ji bo rêxistinê parvekirinan dike” û wiha got: “Ji ber daneyên piştgiriya îdiayên sûcdar mudaxileya fîzîkî kiriye, bi gotinan gef xwarine û çek kişandiye hwd. dikin nînin, gilî alîgir in û ji beyanên şênber pêk tên. Polîsê ku bi rih û tîşortê sor li ber hatiye tarîf kirin û M.K. ye û kesên din ên hatine tarîfkirin nehatine tespîtkirin. Ji ber vê yekê li gorî xala 6’emîna Qanûna Derbarê Peywîrên Cemaweriyê ya bi hejmara 4483’yan biryar hatiye dayîn ku lêpirsîn neyê destpêkirin.” Rojnamevan wê serî li Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Wanê bidin.