Ji ber ku nexweşiya xwe bi kurdî vedigot nehiştin rojnamegerê girtî Bûlût tedawî bibe 2023-05-31 13:52:06 AMED - Tedawiya rojnameger Zeynel Bûlût bi hinceta “nexweşiya xwe bi kurdî vedibêje” ji hêla leşkeran ve hate astengkirin.    Edîtorê Rojnameya Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bûlût di 16’ê hezîrana 2022’yan de li gel 15 hempîşeyên xwe hate girtin. Bûlût, ji ber nexweşiya xwe rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Di dema tedawiyê de zexta “bi tirkî biaxive” li Bûlût hate kirin. Bûlût, di hevdîtina bi ziyaretvanan de bi awayekî nivîskî bûyer vegot. Bûlût got ku di 14’ê gulanê de sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin û nexweşiya xwe bi kurdî vegotiye. Bi domdarî Bûlût destnîşan kir ku leşkerên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê bi gotina “Bi kurdî neaxive, bi tirkî biaxive, bi tu tirkî dizanî” mudaxele kirine. Bûlût, daxuyand ku wî jî bertek nîşanî leşkeran daye û jê re wiha gotiye: “Nîjadperestiyê nekin. Ez bi kîjan zimanî bixwazim dê bi wî zimanî biaxivim. Kurdî, zimanê min ê dayikê ye û xwe bi kurdî baştir vedibêjim. Lewma hûn nikarin xwe têkil bikin bê ka ez ê bi kîjan zimanî biaxivim.”    'KURDÎ QEDEXE YE, BI TIRKÎ XEBER BIDE’   Di berdewamê de Bûlût da zanîn ku li ser vê nîqaşê bijîşk ketiye navberê û ji bo qanehkirina leşkeran re jê re gotiye; “Nexweş bi kîjan zimanî xwe herî baş vebêje bi wî zimanî diaxive.” Lê belê leşkeran israr kir ku rojnameger Bûlût bi tirkî biaxive. Dema Bûlût gilî û gazincên xwe bi kurdî vedigot, leşker dîsa ketin navberê û ji Bûlût re gotin; “Axaftina bi kurdî qedexe ye ma tu çima fêm nakî. Bi tirkî biaxive.”    Li ser vê yekê Bûlût jê re got; “Binêrin, ez rojnameger im û weke şexs bi mafê xwe yên însanî dizanim. Weke nexweşekî jî bi mafê nexweşan dizanim. Lewma hûn nikarin axaftina min a bi kurdî qedexe bikin, hûn nikarin asteng bikin.” Li ser gotina leşkeran a “em fêm nakin” jî Bûlût wiha bersiv da: “Heke hûn fêm nekin ew pirsgirêka we ye. Wê demê ji xwe re wergêrekî bînin.”    BIJÎŞK BERTEK NÎŞAN DA   Bijîşkê nexweşxaneyê jî dîsa dikeve navberê û ji leşkeran re dibêje; “Ez bi kurdî dizanim, ma çi tişt ji wê xwezayîtir e ku nexweşê min derdê xwe bi kurdî vebêje?” Li ser gotina leşkeran a “Erê lê bi tirkî dizane” jî bijîşk wiha bertek nîşan da: “Heke bi erebî yan jî inglîzî biaxiviya gelo dê we dîsa jî heman bertek nîşan dabûya?”    Piştî nîqaşê, leşkeran destûr nedan ku Bûlût were tedawîkirin, zendikên wî ji pişt ve bi şidiyayî kelemçe kirin. Leşkeran Bûlût bi saetan li baxçeyê nexweşxaneyê dan sekinandin û piştre jî birin girtîgehê.    Bûlût, da zanîn ku bi rêya parêzerên xwe dê têkildarî bûyerê serlêdana sûc bike.