Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn 2023-05-31 14:11:34 ENQERE - Ekîn Ceren Dogrûak ku li Herêma Federe ya Kurdistanê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû, di 18’emîn salvegera wefata xwe li Enqereyê li ser gora xwe hate bibîranîn.    Ekîn Ceren Dogrûak (Amara) ku di 31’ê gulana sala 2005’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dabû, di 18’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê hate bibîranîn. Malbata Dogrûak, Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Vezîr Parlak û gelek kes tev li merasîma bîranîna Dogrûak bûn ku ji hêla hevalên xwe ve weke “Keça behrê ya evîndara çiyayan” dihat pênasekirin.    ‘EV ERDNÎGARÎ EDÎ JI XWÎNÊ TÊR BÛ’   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû di bîranînê de axivî û wiha got: “Divê em têkoşîna wan a rewa bidomînin û mezintir bikin. Em ê di zûtirin demê de têkoşîna azadiyê bi ser bixin. Ev erdnîgarî êdî ji xwînê têr bû. Bi hêviya ku êdî li ser vê erdnîgariyê govendên aştiyê bên gerandin.”    Parlamenter Parlak jî ev tişt anî ziman: “Em niha li gel malbat û hevalên wê yên têkoşînê li ser gora wê ne. Lê em tevek jî dizanin ku ev tenê ji gorekê re bisînor nîne. Li vê derê nirxên hevpar ên gelên me, mîrasa hevpar a gelên me hene. Divê em jî mîrasa vê têkoşîna hevpar hêjayî wan bidomînin. Me Amara xwe ya hêja winda kir lê dema em li Kurdistan û Tirkiyeyê dinêrin, dibînin ku bi hezaran Amara hene.”    Bavê Dogrûak, Nûsret Dogrûak jî spasiya hemû kesên ew bi tenê nehiştin û spasiya hevalên wê yên têkoşînê kir.