Li rex rêyê 2 cenaze hatin dîtin 2023-05-31 15:17:53   KONYA - Li navçeya Kulu ya Konyayê li rex rêyê yek jê jin bi giştî cenazeyên 2 kesan hatin dîtin.    Li navçeya Kulu ya Konyayê li rex rê du cenazeyên hatine şewitandin ên kesên nasnameyên wan nediyar hatin dîtin. Piştî agahdarkirina welatiyan, leşker û yekîneyên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Komên tenduristiyê dan zanîn ku ji cenazeyan yek jê yê jinekê ye. Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kuluyê.