Di Doza Pirsûsê de polîsên şahid bersivên ‘nayê bîra min’ dan 2023-05-31 15:32:02 EDENE - Polîsên ku di danişîna doza 17 kesên ji ber bîranîna Komkujiya Pirsûsê tên darizandin de weke şahid hatin guhdarkirin, bi bersiva “nayê bîra min” gelek pirs paşguh kirin.    9’emîn danişîna doza der barê 17 ciwanên ku di salvegera Komkujiya Pirsûsê ya di 18’ê tîrmeha 2021’an de li Edeneyê rastî êrîşên polîsan hatin û bi îdiaya “Ji bo pewyîrê nedin kirin li ber xwe dan” û “Civînên û meşên xwepêşandanan ên li dijî hiqûqê li dar xistin” hate vekirin li 17’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Edeneyê hate lidarxistin. Ciwanên ku tên darizandin tev li nebûn lê parêzer amade bûn.    Polîsên Şaxa Ewlehiyê yên Miduriyeta Polîsan a Edeneyê K.Y, B.A.Ç. û C.E. yên roja bûyerê girteka cihê bûyerê digirtin weke şahid hatin guhdarkirin. R.K. yê ji dosyayeke din girtî ye û yek ji kesên tê darizandin bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû.   ÎFADEYÊN POLÎSÊN ŞAHID   Yek ji polîsên şahid K.Y. wiha axivî: “Girtek rast e û îmze ya min e. Naveroka girtekê rast e. Lê ji ber gengeşî çêbû min nedît ku kê li kê xist.” Polîsê din ê bi navê B.A.Ç. jî got ku bûyer nayê bîra wî û anî ziman ku naveroka girtekê rast e. Polîsê din ê şahid C.E. jî wiha axivî: “Ez di bûyerê de ji dîmen kişandinê peywîrdar bûm. Min dît ku komê ji bo li wesayîta polîsan siwar nebin bi flamayên di destê xwe de li polîsan dan.”   Parêzeran ji polîsên şahid re ev pirs pirsîn: “Bûyer çawa qewimî? Dema mudaxilekirinê de anons hate kirin? Heke hatibe kirin çend caran hate kirin û çawa hate kirin? Mesafeya meşê çiqas bû? Dema bûyerê de ciwan dimeşiyan? We çawa sekinandin ew bi xwe sekinîn an jî we dan sekinandin?”   Polîsên şahid ku qal nekirin ciwan çawa hatine binçavkirin, gelek pirs bi bersiva “nayê bîra min” paşguh kirin. Polîsan îdia kir ku mudaxileyeke fîzîkî li ciwanan nehatiye kirin, ji bo ku belav bin hatine hişyarkirin, ji ber di meşê de israrkirin bi fermana dozgeriyê ciwan hatin binçavkirin.    ‘BEYANÊN WAN JI HEV NAGIRIN’    Parêzerên ciwanan anîn ziman ku beyanên polîsên şahid ji hev nagirin û wê li dijî beyanan bi hurgilî parastinê bikin. Yek ji parêzeran Îlhan Ongor, bal kişand kêmasiyên di rapora pisporan de û wiha got: “Em beyanên neyînî yên di îfadeyên şahidan de qebûl nakin. Em rapora pisporan qebûl nakin. Em dixwazin rapor ji Krîmînala Cendermeyan a Enqereyê bê wergirtin. Her wiha girîng e ku di wêneyan de kê çi kiriye.”   Dozger daxwaz kir ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Dadgehê biryar da ku derbarê polîsên ku ji bo guhdarkirinê nehatine danişînê bi darê zorê bên anîn û wergirtina rapora ji Laboratuara Krîmînal a Cendermeyan jî bê nirxandin. Dadgehê danişîn taloqî 4’ê cotmehê kir.