Ji bo faîlên muzîkjen Şener cezayê muebbedê hate xwestin 2023-05-31 16:30:25 ENQERE -  Di doza qetilkirina muzîkjen Onûr Şener de ji bo faîlan cezayê muebbedê hate xwestin.    Muzîkjen Onûr Şener li cihekî şahiyan a navçeya Çankaya ya Enqereyê bi hinceta ku strana li ser daxwazê negot, hate qetilkirin. Têkildarî qetilkirina Şener li 5 kesan doz hatibû vekirin û danişîna dozê hate lidarxistin. Danişîn li 31’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hate lidarxistin û bersûcên girtî Îlker Karakaş, Alî Gunduz û Semîh Soyalp û bersûcên negirtî Gozde Gunduz û Jale Erberk tev li danişînê bûn. Di danişînê de parêzerên aliyan jî amade bûn.    DAXWAZA CEZAYÊ MUEBBEDÊ    Dozger, diyar kir ku bersûc Karataş û Gunduz bi îskanên di destê xwe de li Şener xistine, ji ber şûşeyên şikestî Şener ji stûyê xwe birîndar bûye û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Dozger, xwest ku ji ber sûcê “kuştina bi qesdî” li Karataş û Gunduz cezayê muebbedê were birîn û bersûcê girtî Soyalp û bersûcên negirtî Gunduz û Erberk jî bên beraetkirin.    Dadgehê, biryar da ku rewşa girtî ya bersûcan berdewam bike û ji bo parastina li dijî mutalaayê dem da bersûcan. Danişîna dozê jî taloqî 5’ê tîrmehê hate kirin.