Yildirim a hatibû binçavkirin hat girtin 2023-05-31 17:23:52   ÎZMÎR - Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Meryem Yildirim bi îdiaya "endamtiay rêxistinê" hat girtin.    Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Meryem Yildirim ku di 30'yê Nîsanê de di çarçoveya lêpirsîneke Eskîşehîrê de hatibû binçavkirin û cezayê hepsa malê lê hatibû birîn, hat girtin.    Piştî ku dozgerê dosyeyê ji bo cezayê hepsa malê îtiraz kir, Yildirim ji bo îfadeyê çû Edliyeya Îzmîrê û li vir hat girtin.    Yildirim ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin, şandin Girtîgeha Şakranê ya Jinan.