ROJEVA 1’Ê HEZÎRANA 2023’YAN 2023-06-01 09:00:10       * Nexweşa pênceşêrê Elîf Rûşen diyar kir ku ji ber piştî erdhejê li Nexweşxaneyên Semsûrê bijîşkên nexweşiya wê neman, tevî nexweşiya xwe jî bi derfetên xwe diçe Dîlokê tedawî dibe û xwest wesayîteke taybet jê re were veqetandin.    * Bi fermana waliyê Şirnexê li herêmê dar tên birîn û walî bi îdiaya “dê darên fistiqan li şûna wan bên çandin” hewl dide vê talanê rewa bike. Xelkê herêmê jî bertek nîşan da û wiha got: “Ma dema darên me hatin birîn û bêdar man dê çi ji fistiqan bikin? Bila walî vê talanê bide sekinandin.”   * Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz diyar kir ku Erdogan peyama ku dê mudaxileya li darazê bidome daye û got: "Li ber cibeya me ne qulpik hene ne jî bişkok. Em ê bêyî tirs têkoşîna xwe bidomînin."    * Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku ji bo dawî li bêragihandina mutleq a li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê serî li CPT'yê da, diyar kir ku demildest ew li benda helwesteke çareserkirinê ne.    *Malbata Çeriyê ku ji bo debara xwe bike bi awayekî demsalî li nava zeviyan dixebite, bi van gotinan bandorên krîza aborî xulase kir: "Em bi pereyê ku 3 mehan bi dest dixin, hewl didin 9 mehan pê debara xwe bikin."    * Nûçegihanê MA'yê Emrûllah Acar ku piştî 7 mehn ji girtîgehê derket, diyar kir ku ji ber nûçeyên xwe hatine sûcdarkirin û got: "Ji me kesek tenê jî li derve bimîne, wê rastî di tariyê de nemînin."   * Mustafa Bor ê li Geverê di serdegirtina malê de bi tundiya polîsan re rûbirû mabû wiha got: “Ev rewş 6 sal in bi awayek sîstematîk didome. Xetere li ser jiyana min heye.”    * Siyasetzan Ahmet Mûrat Aytaç diyar kir ku Erdogan di hilbijartinan de serkeftineke teqez bi dest nexistiye û wiha got: “Divê muxalefet her cureyên ku siyaseta wekhevî û azadiyê bihêz dike binirxîne.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 801’an de bidome.    * Danişîna doza Şadiye Şanap ku piştî tehliyekirinê dîsa hatibû girtin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Kocaeliyê bê lidarxistin. (10.00)   * Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay dê têkildarî pêvajoya jinûveavakirinê û plansaziya xebatê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. (11.30) ZINDΠ   * Duyemîn danişîna doza Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn ku ji ber parvekirinên li ser doza Denîz Poyraz tê darizandin dê li 18’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê bê lidarxistin. (12.00)