Serokê Baroya Îzmîrê: Li ber cibeya me ne qulpik ne jî bişkok hene, em natirsin 2023-06-01 09:02:34 ÎZMÎR - Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz diyar kir ku Erdogan peyama ku dê mudaxileya li darazê bidome daye û got: "Li ber cibeya me ne qulpik hene ne jî bişkok. Em ê bêyî tirs têkoşîna xwe bidomînin."    Di tûra 2'yemîn a hilbijartina serokkomariyê de namzetê Tifaqa Cumhûrê Tayyîp Erdogan ji sedî 52,18'ê rayan wergirt û cardin bû serokkomar. Erdogan piştî ku hat hilbijartin, di axaftina xwe ya şaneşînê de peyam da ku dê mudaxileya li darazê bidome.    Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz peyamên Erdogan nirxandin.   Yilmaz bibîr xist ku Erdogan di tûra yekemîn de bi ser neketiye û got ku, ev jî tê wateya ku desthilat tevî hemû derfetên xwe jî qels bûye û ev jî di warê demokratîk de dewama pirsgirêkekê ye.    Yilmaz diyar kir ku pêvajoya hilbijartinê ne pêvajoyeke adil bûye û bal kişand ser hîle û xurdeyên hatine kirin. Yilmaz destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hiqûq, tenduristî û perwerdehî top avêtine û wiha domand: "Ev pêvajo dê dirêj dewam neke. Teqez divê bi rêyên demokratîk çareseriyek bê peydekirin."   'LI BER CIBEYA ME NE QULPIK NE JÎ BIŞKOK HENE'   Yilmaz bibîr xist ku Erdogan ewilî gotiye "ew ê hesab ji wan bipirsin" û wiha domand: "Mixabin em bi feraseteke wiha re rû bi rû ne. Ev, yanî kontrolkirina darazê û zimanekî di vî warî de sûc e. Vî sûcî didomînin. Êdî ne pêkan e ku mirov behsa serbixwebûna dearazê bike. Pêşbîniya me ew e ku dê ev zext bidomin. Lê em ê tu carî dest ji têkoşînê jî bernedin. Em her tim ehlê serweriya hiqûq û darazê ne. Dê têkoşîna me ya di vî warî de bidome. Çi dikin bila bikin, qethiyen em ê dest ji dewleta hiqûqê û serrweriya hiqûqê bernedin.Li ber cibeya me ne qulpik hene ne jî bişkok. Em ê bêyî tirs têkoşîna xwe bidomînin.     MA / Tolga Guney