Acar: Kesek tenê jî bimîne dê rastî di tariyê de nemîne 2023-06-01 09:06:26   AMED - Nûçegihanê MA'yê Emrûllah Acar ku piştî 7 mehn ji girtîgehê derket, diyar kir ku ji ber nûçeyên xwe hatine sûcdarkirin û wiha got: "Ji me kesek tenê jî li derve bimîne, wê rastî di tariyê de nemînin."   Li Tirkiyeyê ku di lîsteya Azadiya Çapemeniyê ya Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) de di nava 180 welatan de di rêza 165'an de ye, zextên li hemberî rojnamevanan didomin. Li gor rapora dawî ya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), 77 rojnamevan ji ber rojnamevaniya xwe girtî ne. Ên herî zêde bandorê ji polîtîkayên sansur û çewisandinê yên desthilata AKP'ê digirin jî rojnamevanên Çapemeniya Azad in. Di meha dawî de Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû, ji Ajansa Mezopotamyayê Abdûrrahman Gok, Sedat Yilmaz û Mehmet Şah Orûç û ji JINNEWS'ê Berîtan Canozer û rojnamevan Mîkaîl Barût û Remzî Kaya hatin girtin.    Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Selman Guzelyuz, Denîz Nazlim, Berîvan Altan, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin, Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger ku di 29'ê cotmeha 2022'yan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin, di 16'ê gulanê de di danişîna ewil de hatibûn berdan.    Ji nûçegihanên MA'yê Emrûllah Acarku di danişîna ewil de hat berdan, behsa pêvajoya binçavkirin û binpêkirinên li girtîgehê kir.    7 MEHAN DI HUCREYÊN YEKKESÎ DE MANE   Acar diyar kir ku bêhiqûqîtiya di binçavan de li girtîgehê jî dewam kiriye û binpêkirinên mafan ên bi wan re rû bi rû mane rêz kirin. Acar ev tişt gotin: "Me birin Girtîgeha Sîncanê ya Hejmara 1'ê ku hikumxwarên muebeda girankirî lê dimînin. Em girtî bûn, lê şert  û mercên em tê de bûn yên hikumxwarên muebeda girankirî bûn. Em 7 mehan di hucreyên yekkesî de man. Ji kêliya ku roj hildihat û heya diçû ava tenê rojê saet û nîvekê dihiştin em biçin hewadariyê. Ber paceya hucreyê ku bi caxên hesinî girtî bû, têl jî li ber xistibûn. Li girtîgehê kesên ji sûcên cuda di heman korîdorê de dihatin girtin. Mesela, li korîdorekê hem PKK'yî, hem DAIŞ'î hem jî leşkerên ku bi hinceta hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hatibûn girtin, li heman korîdorê bûn."    ‘YEKANE SÛC NÛÇEYÊN ME BÛN'   Acar bilêv kir ku armanca zextên desthilatê tepisandina Çapemeniya Azad e û got: "Hincetên girtinê peyamek e ji bo hemû rojnamevanan." Acar bibîr xist ku beriya hilbijartinên 14'ê Gulanê jî zextên li hember Çapemeniya Azad zêde bûne û got: "Gava em li pirsên di bin çavan de hatin pirsîn û fezlekeyên polîsan ên di îdianameyê de dinêrin, em dibînin yekane 'sûcê me' nûçeyên me ne. Piştî em hatin girtin bi çar mehan îdianameya me hat çêkirin. Di dosyeyê de nûçeyên me yên der barên binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de sûc hatin hesibandin. Yanî ên hatin darizandin ne em bûn, nûçeyên me bûn. Çendî delîlên berbiçav tune bûn jî, em nêzî 7 mehan di girtîgehê de man."    ‘DÊ RASTÎ DI TARIYÊ DE NEMÎNIN'   Acar destnîşan kir ku armanca operasyonên li hemberî rojnamevanan ew e ku rastî di tariyê de bê hiştin û got: "Lê ev tu carî negihîşta armanca xwe. Em piştî ku hatin girtin, li gor derfetên xwe me rojevê şopand û em bûn şahid ku hevalên me bi performanseke gelekî baş gel bê nûçe nehiştin. Nûçegihanek bi qasî du nûçegihanan xebitî, piştî em hatin girtin gelek kes li Çapemeniya Azad xebitî... Ev ji bo me bû cihê moralê. Ev dengê gur ê Çapemeniya Azad vê peyamê da kesên ku bi fezlekeyên polîsan dozê li me vedikin; Ji me kesek tenê jî li derve bimîne, wê rastî di tariyê de nemînin."   ‘EM DENGÊ HEQÎQETÊ BILIND BIKIN'   Acar di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê her kes ji bo heqîqetê xwedî li Çapemeniya Azad derkeve û wiha got: "Werin em bi hev re dengê heqîqetê bilind bikin."   MA / Mehmet Guleş