Ciwanê ku polîsan îşkence lê kir: Xetere li ser jiyana min heye 2023-06-01 09:29:49   COLEMÊRG - Mustafa Bor ê li Geverê di serdegirtina malê de bi tundiya polîsan re rûbirû mabû wiha got: “Ev rewş 6 sal in bi awayek sîstematîk didome. Xetere li ser jiyana min heye.”    Li navçeya Geverê ya Colemêrgê polîsan roja 29’ê gulanê avêtibû ser gelek malan û D.K. (15), A.Y. (16), Rahmî Terzîoglû, Îsa Terzîoglû, Diyar Şedal, Uğur Şedal û Mustafa Bor hatibûn binçavkirin. Lêpirsîn bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê wan de hatiye destpêkirin. Mustafa Bor di serdegirtina malê de bi tundiya polîsan re rûbirû mabû. Polîsan li her 7 kesên binçav kiribûn dabûn. Li Midûriyeta Polîsan a Geverê piştî îfadeya her 7 kesan hat girtin, hatin berdan.    Mustafa Bor ê di encama tundiya polîsan de serê wî hat şikandin diyar kir ku ev rewşa heyî 5-6 sal in bi awayek sîstematîk berdewam dike.    ÎŞKENCE LÊ KIRIN E    Bora di destpêka axaftina xwe de behsa serdegirtina polîsan û tundiya lê kirine kir û got: “Min xistin odeyekê û bi qûndaxa sîlehê li serê min dan. Îşkenceyê nêzî du saetan berdewam kir. Qet ne pirsîn ku Mustafa ez im an ne ez im. Belkî ew kes ne ez bûma, gelo wê çaxê wê çi bûbûya? Hê jî tesîra wê îşkenceyê li ser min heye. Neheqî li min kirin. Tu sûcek mîn jî nîne lê min xistin vî halî.”    ‘POLÎS BI ZIMANEK CUDA DIAXIVÎN’    Bor anî ziman ku ji ber îşkenceya lê hatiye kirin serê wî şikestiye, çonga wî deriziye û laşê wî reş û şîn bûye û di heman demê de polîs li dayik û xwişk û birayên wî jî dane. Bora anî ziman ku polîs ne bi tirkî û ne jî bi kurdî diaxivîn û bi zimanek din diaxivîn û got: “Dayika min quranê anî ber wan, lê quranê avêtin erdê. Wek çeteyan bûn. Ez ne bawerim ku ew polîs bin. Tişta ku anîn serê min çete vî tiştî dikin. Ew jî wek çeteyan bûn.”   POLÎSAN RAPOR ASTENG KIRIN E    Bor da zanîn ku polîsan rapora îşkenceya lê hatiye kirin asteng kirine û zext li ser bijîşk kirine. Bor got bijîşk ji ber vê yekê muayenek ji rêzê kir û raporek asayî da.    GEFA KUŞTINÊ LÊ XWARIN E    Bor da zanîn ku polîsan li odeyek tarî ya li Midûriyeta Polîsan gef lê xwarine û sê polîsan ajantiyê lê ferz kirine û polîsan jê re goiye, “Tu birayê me yî. Tu yê bi me re bixebitî. Em ê jî di berdêla vê de pere bidin te.” Bor destnîşan kir ku wî daxwazên polîsan red kir û got: “Çawa ku min teklîfê red kir gefa kuştinê li min xwarin. Paşê dîsa min birin nezarxaneyê.”    ‘XETERE LI SER JIYANA MIN E’    Bor destnîşan kir ku ew gelek carên din jî bi gef û lêferzkirina ajantiyê re rûbirû maye û wiha got: “Xetere li ser jiyana min heye. Ez her tim di bin zextan de me. Di nava van 5-6 salên dawî de gelek caran polîsa ez kirime binçavan. Bi awayek kêfî dikin. Her tim min dişopînin. Yên ku vê dikin ne dewlet e, çete bi xwe ne. Dixwazim hiqûqzan û siyasetmedar li ber vê rewşê bêdeng nemînin û li ber van zextan rabin.”    MA / Mazlûm Engîndenîz