Siyasetzan Aytaç: Serkeftina Erdogan teqez nîne 2023-06-01 09:44:13   ENQERE - Siyasetzan Ahmet Mûrat Aytaç diyar kir ku Erdogan di hilbijartinan de serkeftineke teqez bi dest nexistiye û wiha got: “Divê muxalefet her cureyên ku siyaseta wekhevî û azadiyê bihêz dike binirxîne.”    Di tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de Tayyîp Erdogan bi rêjeya ji sedî 52,18’ê bi ser ket lê nîqaşên têkildarî hilbijartinê hêj didomin. Siyasetzan û nivîskar Ahmet Mûrat Aytaç têkildarî pêvajoya ber bi tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê û encamên wê bi ajansa me re axivî.    GOTINÊN NETEWEPEREST ÊN NAMZETAN    Aytaç, diyar kir ku Erdogan piştî pêvajoya “çareseriyê” ji hêla bîrdoziyê ve pir veguherî û wiha got: “Wisa xuya dike ku gotinên neteweperest ên Kiliçdaroglû, ji bo tûra duyemîn taktîkek bû. Di halê hazir de niha hinek dişibe nêçîrvaniya dengan a bêrêgez a mîna ya Baykal. Sedema ku ez dibêjim ‘niha’ ew e ku em nizanin dê di pêşerojê de bi xwe re çi bîne. Dema em li tûra duyemîn dinihêrin, dibînin ku Kiliçdaroglû li herêmên kurdan li gorî tûra yekemîn deng winda kir. Ji ber van gotinên neteweperest. CHP’ê bedela protokola bi Partiya Zaferê re îmze kirî bi vî awayî da. Ev yek nîşan dide ku hilbijêrên bibertek ev nerazîbûna xwe bi neçûna ser sindoqê nîşan dane. Nîviya hilbijêrên neçûn ser sindoqê ku di tûra yekemîn de dengê xwe nedayîn Kiliçdaroglû nîşan dide ku bandora boykotê jî heye. Mirov ji kîja alî ve binirxîne jî dibîne ku dengên hatine windakirin bandoreke wan ê pir bisînor ser encamên hilbijartinê heye.”   ‘SERKEFTINA ERDOGAN TEQEZ NÎNE’   Bi domdarî Aytaç anî ziman ku serkeftina Erdogan “teqez” nîne û wiha pê de çû: “Sedema ku weke serkeftineke teqez tê nîşandan jî ew e ku muxalefet vê psîkolojiyê dide avakirin. Di her hilbijartina îktîdar bi ser dikeve de muxalefetê têkçûna xwe bi hîleyên AKP’ê nîşan da. Lewma muxalefet dibêje qey heke ewlehiya hilbijartinê bê kirin dê teqez bi ser kevin. Lê li gorî min siyasetmedarên Tirkiyeyê ji bo berpirsyartiya xwe ya têkçûnê veşêrin, hesabê nedin û rexnedayîna xwe nedin bi van rêbazan hewl didin bi ser mijarê bigirin. Ev çanda demokrasiyê li Tirkiyeyê nîne.”    Di berdewamê de Aytaç wiha got: “Êdî li Tirkiyeyê mirov ne tişta ji bo xwe herî baş lê tişta herî kêm xerab hildibijêrin. Di esasê xwe de ji bo aliyê îktîdarê jî heman tişt derbasdar e. Gelemperiya hilbijêrên Erdogan jî dibînin ku rewşa aboriyê û rêveberiya welat xerab e. Lê di wê baweriyê de ne ku heke muxalefet bibe îktîdar dê rewş xerabtir bibe. Lewma piştgiriyê didin îktîdarê. Anku ew jî li gorî xwe başê xeraban hildibijêre. Lê ji bo ku em di nava vê rejîma xerab de xelas bibin, hewceye em careke din başiyê bi bîr bixin.”   ‘VALAMAYÎNA BEROŞÊ BI TÊRÎ NAKE’   Aytaç, destnîşan kir ku di pêvajoya ber bi hilbijartinê de pandemî, erdhej û krîza aborî çêbûne û wiha derbirî: “Îktîdarê tevek jî pir nebaş birêve birin. Vê jî hesta ‘em ber bi îktîdarê ve diçin’ di muxalefetê de ava kir. Şîrovekaran dîsa klîşeya ‘beroşa vala îktîdarê diguherîne’ kirin. Lê di halê hazir de AKP-MHP hem di meclisê de bi ser ketin hem jî di hilbijartina serokkomariyê de. Encam û bendewariyan hev negirtin. Li şûna ku sedemên vê bipirsin, pir bi rehetî encaman mehkûm dikin. Ji vê encamê xuya dibe ku bûyerên weke erdhej, krîza aborî hwd. ji ber xwe ve encamên siyasî nayîne. Li vir ya girîng ew e bê ka tu çawa dinirxînî û polîtîkayeke çawa dimeşînî. Dema ev yek hate kirin, wê demê dê bi pratîka xwe bibînî ku her hêz dikare were têkbirin.”    ‘TIFAQA CUMHUR JI HEV PARÇE YE’   Herî dawî jî Aytaç ev tişt anî ziman: “Erdogan beriya hilbijartinê digot; ‘em ê piştî hilbijartinê hev bibînin.’ Anku gef dixwar. Di axaftina xwe ya serkeftinê de jî nîşan da ku dê zimanê krîmînalîzekirin û dabeşkirinê neterikîne. Li hêla din bi qasî Tifaqa Milet, Tifaqa Cumhur jî ji hev parçe parçe ye. Partiyên weke HUDA PAR, Yenîdên Refah û DSP’ê ne ji bo tifaqa li ser esasên rêgezan lê ji bo bi hêsanîtir parlamenteran bi dest bixin tev li tifaqê bûn. Weke tifaqa herî ‘şoven’ û ‘paşverû’ tê pênasekirin. Heke muxalefet ji bo 5 salên pêşiya me polîtîkayeke çalak bimeşîne, dibe ku îktîdarê bi dest bixe. Lewma divê muxalefet hemû firsendên siyasî yên ku siyaseta wekhevî û azadiyê xurt dike baş binirxîne û derxîne pêş.”    MA / Yusra Batihan