Li Gebzeyê mînîbûsa karkeran qeza kir: 13 birîndar hene 2023-06-01 11:04:39   KOCAELÎ - Li ser rêbeja D-10’ê ya Gebzeyê TIR’ekê li mînîbûsa karkeran xist. Di encama qezayê de 13 karker birîndar bûn.    Li devera Tavşanli ya rêbeja D-100’ê ya navçeya Gebze ya Kocaeliyê, mînîbûsa karkeran a ji hêla Î.T. ve dihat ajotin û TIR’ekê li hev dan. Di qezayê de mînîbûs wergeriya û 13 karker birîndar bûn.    REWŞA 3 KARKERAN GIRAN E   Piştî qezayê, welatiyên li derdorê cihên eleqeder ji rewşê agahdar kirin. Li ser vê yekê gelek xebatkarên tenduristiyê, leşker û polîs li cihê bûyerê hatin veguhestin. Xebatkarên tenduristiyê li cihê bûyerê mudaxaleya ewilî kirin û piştre jî birîndar veguhestin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku rewşa 3 karkeran giran e.