29 sal derbas bûn: Muhsîn Melîk ji bo gelê xwe canê xwe feda kir 2023-06-01 11:13:23   RIHA - Siyasetmedarê kurd Muhsîn Melîk 29 sal berê li Rihayê hat qetilkirin. Kûrxalê Melîk, Saît Aydogdû diyar kir ku Muhsîn Melîk ji bo xelkê xwe canê xwe feda kir.    Di 2’yê Hezîrana 1994’an de li Rihayê siyasetmedarê kurd Muhsîn Melîk û hevalê wî Mehmet Ayyildiz di encama êrişa çekdarî de 29 sal derbas bûn. Melîk jiyana xwe diyarî têkoşîna mafên mirovan kir û têkoşîna azadiya gelê kurd kiribû. Malbat û hevalên Melîk her sal di salvegera qetilkirina wî de li Goristana Harran Kapiyê wî bi bîr tînin.    ‘ZEXTAN NIKARIBÛ SERÊ WÎ BIDE TEWANDIN’    Saît Aydogdû yê xizmê Muhsîn Melîk û şirîkê wî yê kar behsa Muhsîn Melîk kir. Aydogdu anî ziman ku ew û Melîk bi fîrmaya înşaetê ya ku wan wê demê ava kiribûn re hevkarî dikir û got ku Melîk jiyana xwe li gorî gel birêxistin dikir û xwedî kesayeteke demokratîk bû ku li dijî zextên pergalê serî netewand. Aydogdu wiha got: “Di salên 90’î de karê siyasetê tiştekî pir zehmet bû. Dem dema cînayetên kiryar nediyar bû û di her kêliyê de em hemû dikaribûn bên gulebarankirin. Muhsîn tu carî paşve gav neavêt. Xwedî karekterekî mirovek demokrat bû. Ji xelkê hez dikir. Tevahiya têkoşîna wî ji bo gelê me bû. Çi pirsgirêkên gel hebûya pê ve eleqedar dibû. Ew hem bi pirsgirêkên civakî hem jî bi yên siyasî ve eleqedar dibe û çareser dikir.”    Aydogdu anî ziman ku beriya kuştina Melîk hatibû xwestin ku wî birevînin û wiha got: "Rojekê ji Wêranşarê dihat. Dixwazin wî birevînin. Hat buroya me got 'Li min digerin, dê min birevînin'. Min ew şand ofîsa parêzerekî li qata jor. Paşê 3-4 kesên ku me wan nas nedikir hatin buroya me û pirsîn 'Muhsîn li ku ye?'. Me got Muhsîn nehate buroyê û me ew şandin.”   ‘JI BO GEL TÊKOŞIYA’    Aydogdu anî ziman ku Melîk dizanibû ku dê çi bibe û wiha got: “Muhsîn têkoşîna xwe ya ji bo gel didomand. Ji bo gelê xwe canê xwe feda kir. Her kes nikarîbû vê yekê bike. Dijmin jî neçar dima hurmet nîşanî wî bide. Kesayeteka wî ya pir rêzdar hebû. Muhsîn xwedî kesayetek pir cuda bû. Ew bi awayek birûmet çû.”    Aydogdu behsa roja ku Muhsîn Melîk hat qetilkirin kir û wiha got: “Ez demekê çûm buroyê. Min mêze kir polîs hatine ber buroyê. Min pirs kir çi bû? Gotin 'Muhsîn hatiye gulebarankirin'. Ez bêyî ku li ber buroyê bisekinim çûm nexweşxaneyê. Ez dibînim li erdê ye. Ez bi tenê bûm, min gazî dermansazê kuçeyê kir. Ew jî hevalê me bû, hat û alîkarî kir. Me ew bir cihê kişandina fîlmê. Di dema kişandina fîlmê de dipeyivî. Dema me wî rakir ser sedyeyê, xwîna wê wek avê herikî. Em rûbirûyî hev man û herî dawî got, 'Bi xatirê we’. Li wê derê ez ji ser hişê xwe çûm. Nayê bîra min paşê çi qewimî. Girseya gel beşdarî merasîma cenazeyê wî bû. Pir qelebalix bû. Her kesî jê hez dikir. Digotin, ‘Ev mirov çawa tê qetilkirin’. Helwesteke wî ya rast hebû. Gel ji ber helwesta wî ya rast jê hez dikir. Metirsiya mirinê dikir û dest ji serokatiya partiye berneda. Heya deqeya dawî dev jê berneda."   Aydogdu anî ziman ku hêzên tarî yên wê demê di dewrê de bûn bi qetilkirina kesayetên navdar ên herêmê hewl didan wan ji holê rakin û got: "Xwestin bi qetilkirina kesên navdar ên siyasî yên li herêmê têkoşînê biqedînin, lê belê têkoşîn bi dawî nebû, hin berdewam dike û bi dawî nabe."   MUHSÎN MELÎK KÎ YE?   Melîk di sala 1951'ê de li gundê Açmalî yê Rihayê hatiye dinê û piştî dibistana seretayî, navîn û lîseyê kuta dike di sala 1970'yî de diçe Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Çûkûroavyê. Melîk piştî vê beşê kuta dike li Rihayê Odeya Endezyarên Çandiniyê ava dike û di rêxistinkirina endezyaran de rol û risteke girîng hildigire. Melîk, paşê di avakirina Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê de jî cih digire. Melîk dibe Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Gelparêz a Sosyal Demokrat (SHP) a Rihayê. Lê piştî 7 parlementerên kurd ji vê partiyê tên îxrackirin ew û hevalên xwe jî ji vê partiyê vediqetin û dibe yek ji damezrînerên Partiya Kedê ya Gel (HEP). Paşê dibe Serokê HEP'ê yê Navçeya Navendî ya Rihayê. Ji ber ku di kongreya ewil a HEP'ê de gotiye "Kemalîzm divê li dadgehên navneteweyî bê darizandin û mehkûmkirin" li DGM'ya Enqereyê tê darizandin. Piştî HEP tê girtin Partiya Demokrasiyê (DEP) tê avakirin û Melîk yek ji damezrînerên vê partiyê ye. Piştî DEP jî tê girtin vê carê Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) tê avakirin û dibe yek ji damezrînerên vê partiyê jî û di Meclîsa Partiyê de cih digire.   Piştî revandina karsaz Savaş Bûldan bi rojekê di 2'yê Hezîrana 1994'an de gava Melîk serê sibehê ji malê dertê, kontra wesayîta wî guleberan dikin. Di vê gulebaranê de hevrêyê wî Mehmet Ayyildiz li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dide û ew jî bi giranî li birîndar dibe û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide. Melîk li nexweşxaneyê berî ku jiyana xwe ji dest bide ji dostên xwe yên li cem xwe re dibêje: "Ez êrişkaran nas dikim. Ji lew re ji zû de ez dişopandim. Ev kes, ew kes in ku em çend caran leqayî hev hatine. Yanî ên çek li me teqandin, kesên di nava ekîba polîsên sivîl de bi xwe ne ku ev ekîb ez dişopandim."    29 sal derbas bûne lê hê jî kesên Muhlîs Melîk û Mehmet Ayyildiz kuştine nehatine dîtin û dosyeya derbarê qetilkirina wan de jî daxilî nava yên kiryar nediyar hatiye kirin.   MA / Omer Akin