Li Îranê di nava mehekê de 107 kes hatin girtin 2023-06-01 11:30:08 WAN - Di meha gulanê de li Îranê 21 jê jin bi giştî herî kêm 107 kes hatin girtin.    Li gorî îstatîstîkên Navenda Mafên Mirovan a Îranê; di meha gulanê de herî kêm 107 kes hatin girtin an jî revandin. Li gorî daneyan; ji kesên hatine girtin 54 jê kurd bûn. Her wiha ji girtiyan 21 jê jin, 6 jê aktîvîstên medyayê, 6 mamoste û yek jî xwendekar bû.