Di doza parvekirina karîkatûrê Berkîn Elvan de biryara beraetê hate dayîn 2023-06-01 11:52:15     STENBOL - Parêzer Efkan Bolaç ku ji ber parvekirina karîkatûrê Berkîn Elvan dihat darizandin, beraet kir.    Karîkaturîstê brezîlyayî Carlos Latuff têkildarî Berkîn Elvan karîkatûrek çêkiribû û parêzer Efkan Bolaç jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kiribû. Ji ber parvekirina karîkatûrê Elvan, derheqê Bolaç de bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê li 52’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Bolaç û parêzerên xwe tev li danişînê bûn.    Di danişînê de dozger mutalaaya xwe da û got ku parvekirina Bolaç dikeve çarçoveya rexneyên giran, daxwazek tê de heye û xwest ku Bolaç beraet bike. Parêzerên Bolaç jî daxwaza beraetê kirin. Parêzerê Erdogan jî xwest ku Bolaç were cezakirin.    Dadgehê, biryar da ku parvekirina Bolaç dikeve ber parvekirina qebe û qedirnegirtinê. Dadgehê biryara beraetê da.