Encamên teqez ên tûra duyemîn hatin ragihandin 2023-06-01 11:56:42 NAVENDA NÛÇEYAN - YSK’ê encamên teqez ên tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê eşkere kir.    Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener ragihand ku ji bo werin weşandin, encamên teqez ên tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ji Rojnameya Fermî re şandine.    Yener, diyar kir ku di tûra duyemîn de li welêt 52 milyon hilbijêran dengê xwe dane û rêjeya tevlibûnê ji sedî 85,72 ye. Bi domdarî Yener destnîşan kir ku Erdogan 27 milyon û 834 hezar û 589 deng wergirtine.    Yener, got ku Tayyîp Erdogan ji sedî 52,18’ê dengan û Kemal Kiliçdaroglû jî ji sedî 47,82’yê dengan wergirtiye.