Talabanî: Ji xeynî yekrêziyê rêyek din nîne 2023-06-01 13:03:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YNK’ê Bafil Talabanî di peyama salvegera 48’emîn a ji bo damezirandina YNK’ê de got: “Kurdistan di qonaxeke hestyar de derbas dibe, guherînên mezin çêdibin. Ji xeynî yekrêziyê rêyeke din nîne ku herêmê biparêze.”   Serokê Yekitiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî di salvegera 48’emîn a damezirandina partiya xwe de peyamek belav kir û bal kişand ser metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê.   Talabanî diyar kir ku divê ji bo çareseriya pirsgirêkan guftogo û nîqaşê esas bigirin xwe ji sepandinê dûr bigirin û wiha got: “Em bi hev re Kurdistanê ber bi siberojeke baş ve bibin, jiyan û serfiraziya xelkê me xema me ya mezin be. Divê berjewendiyên partî û şexsî armancên me yên mezin ji bîra me nebe. Kurdistan di qonaxeke hestyar de derbas dibe, guherînên mezin dibin. Ji derveyî yekrêzî ti rêyeke din nîne zemînê mayîn û bihêzkirina serweriya herêmê biparêze.”   'HER TIM ARMANCA ME YEKITÎ YE'    Talabanî da zanîn ku YNK her tim xebat û pêşengtî ji bo hevkarî û karê hevpar ê ji bo xizmeta xelkê Kurdistanê esas girtiye û got: “YNK’ê her tim banga bihevrebûn û yekitiyê kiriye. Ji ber ku li gorî me bihêzbûna me girêdayî bihevre bûn û yekdengiyê ye. Ji bo wê yekê ye ku hemû hewldan û daxwazên me yên li Bexda, nûnertiya rastîn a xelkê herêmê û pêkanîna mafê hiqûqî kiriye. Li gel hevkarên xwe li Iraqê hewla derbaskirina astengî daye û dewam jî dibin. Em dixwazin li ser bingehên hevpar ên rastîn, jiyana bi hev re bi hêz bikin, pêşerojek baş ji bo xelk û welatê xwe misoger bikin.”