Berxwedana gelê Mexmûrê di roja 13’an de didome 2023-06-01 13:48:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedana şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya li hemberî hewldana dorpêçkirina artêşa Iraqê di roja 13’an de berdewam dike.    Ji 20’ê gulanê ve artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, bi têla direhî bipêçe û kuleyan ava bike. Xelkê Mexmûrê jî tevî her zext û zordariyan jî ji roja destpêkê heta niha bênavber li ber xwe dide û dibêje ku dê rê nedin hewldana dorpêçkirina wargehê.    NOBETA BERXWEDANÊ DIDOME   Berxwedana şêniyên wargehê ya bi şev û roj 13 roj li pey xwe hişt. Li hêla din leşkerên artêşa Iraqê jî biisrar in ku plana xwe bi ser bixin û dora wargehê bi têlan dorpêç bikin. Xelkê wargehê duh bi şev jî di konên berxwedanê de heya siharê nobed girtin û heya niha ev berxwedan berdewam dike.    DI ÊRIŞÊ DE CIWANEK BIRÎNDAR BÛ   Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Iraqê di 20’ê gulanê de xwest ku derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan bigre. Di danê êvara 20’ê gulanê de hêzên Iraqê bi çekan êrişî xelkê Wargeha Mexmûrê kir û xelkê Wargeha Mexmûrê jî bi keviran bersiva wan da. Di encama gulebarana artêşa Iraqê de ciwanê bi navê Ehmed Emer Mijînî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.