Meclis dê sibe bi torena sondxwarinê dest pê bike 2023-06-01 14:36:35 ENQERE - Sala qanûndanînê ya serdema 28’emîn a Meclisê dê sibe bi torena sondxwarinê dest pê bike.    Sala qanûndanînê ya serdema 28’emîn a Meclisê sibe dest pê dike. Ji ber ku endamê herî pîr ê Meclisê Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ye, dê rûniştina ewil ji hêla wî ve bê birêvebirin. Rûniştina ewil a serdema 28’an dê roja înê saet di 14.00’an de dest pê bike. Parlamenterên serdema nû jî dê li gorî rêza alfabeyê derkevin ser kursî û sond bixwin. Parlamenterên ku ji ber sedemên cuda nekarîn tev li torenê bibin jî dê piştre sondê bixwin. Tê payîn ku torena sondxwarinê heta nîva şevê bidome. Piştî torena sondxwarinê de pêvajoya hilbijartina Serokatiya Meclisê jî dest pê bike. Piştî ku serokê meclisê hate hilbijartin dê Dîwana Serokatiyê û Komîsyon bên avakirin.    ERDOGAN DÊ DI ROJA ŞEMIYÊ DE SOND BIXWE   Tê payîn ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî tev li vekirina meclisê bibe û torenê bişopîne. Erdogan dê di roja şemiyê de sond bixwe. Wezîrên ku Erdogan di kabîneyê de cih dayê jî dê rojek piştre di Lijneya Giştî de sond bixwin.