Eren Keskîn beraet bû 2023-06-01 14:50:38   ÎZMÎR - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn darizandina bavê Denîz Poyraz rexne kiribû. Keskîn ji ber vê yekê dihat darizandin. Dadgehê derbarê dozê de biryara beraetê da.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, darizandina bavê Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê hatibû qetilkirin Abdulîllah Poyraz rexne kiribû. Bi hinceta ku Eren Keskîn nerazîbûn nîşan daye, derbarê wê de doz hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a doza Keskîn li 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat lidarxistin. Keskîn bi îdiaya “heqaret li wezîfedarê cemaweriyê kiriye” û “kesên dijî terorê têkoşiyane hedef nîşan daye” dihat darizandin. Keskîn û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Malbata Poyraz, Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal, Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz û gelek kes tev li danişînê bûn.    Piştî tespîta nasnameyê Keskîn û parêzerên xwe parastinê kirin. Keskîn xwest were beraetkirin. Parêzerên wê jî parastinê kirin û daxwaza beraetê kirin.    BIRYARA BERAETÊ   Şandeya dadgehê diyar kir ku ev sûcê ku Keskîn jê tê darizandin nabe ku bibe sûcê yasayê û derbarê Keskîn de biryara beraetê da.    Piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyanî dan û û hat destnîşankirin ku darizandina Keskîn darizandina azadiya raman û derbirînê ye.