Li dijî navenda Şengalê êriş hate kirin 2023-06-01 15:17:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku navenda Şengalê bi balafirên keşfê hatiye bombebarankirin.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); îro saet derdora 14.30’an de li navenda Şengalê bi balafireke keşfê êriş hate kirin. Li gorî dîmenên ji Şengalê hatine parvekirin, di êrişê de malek hedef hatiye girtin. Têkildarî encamên êrişê heta niha jî tu agahî nehatine parvekirin.