Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin 2023-06-01 15:22:45   ŞIRNEX - Li Şirnex û navçeyên wê 14 herêm weke “Herêma taybet a ewlekariyê” hatin ragihandin.    Walîtiya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku li navenda bajar û navçeyên Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê bi giştî 14 herêm ji 31’ê gulanê heta 14’ê hezîranê weke “herêmên taybet ên ewlekariyê” hatine diyarkirin.    Walîtiyê di daxuyaniya xwe de ji bo deverên hatine qedexekirin ev agahî parve kir: “Çiyayê Cûdî, Besta, Tanîn, Çiyayê Gabarê, Kureşîn, Girê Çolya, Kêla Memê, Geliyê Serînê, girê 2088’an, Mezraya Su, Çiyayê Altin, Çiyayê Încebel, Oymakaya û Herêmên Tanînê.”    Ev herêmên behsa xeberê ev demekî dirêje gelek caran ji bo 15 rojan tên qedexekirin.