Girtî Şahîn piştî 30 salan ji girtîgehê derket 2023-06-01 17:30:12   ÎZMÎR -  Girtiyê siyasî Mehmet Şahîn piştî 30 sal û 4 mehan ji girtîgehê derket.    Girtiyê siyasî Mehmet Şahîn piştî 30 sal û 4 mehan ji Girtîgeha Şakranê ya Hejmara 2'yan a Tîpa T'yê derket. Şahîn di 1993'yan de li Êlihê bi sûcê "xerabkirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" hatiye girtin û Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) a Amedê cezayê muebedê lê biriye.    Şahîn ku di 30 saliya xwe de hatibû girtin, di 60 saliya xwe de ji girtîgehê derket. Xizmên Şahîn û rêveberên EGE-TÛHAYDER'ê Şahîn li ber girtîgehê pêşwazî kirin.   Şahîn gava ji girtîgehê derket bilêv kir ku ji ber ku hevalên wî di girtîgehê de ne xemgîn e û got ku ew dixwaze hemû hevalên wî bên berdan.    Şahîn paşê ber bi warê xwe Êlihê ve bi rê ket.