Kadîr Şeker hat girtin 2023-06-01 19:58:47   KONYA –  Kadîr Şeker, piştî ku 10 sal û 10 meh cezayê lê hatibû birîn hat pesendkirin, hat girtin.    Li Konayayê Ozgur Dûran li nav kuçeyê li Ayşe Darliyê xistibû. Kadîr Şekerê ku wê kêliyê li wir bû hewl dabû Darliyê xelas bike. Di rageşiyê de Dûran miribû. Ji ber vê dadgehê 10 sal û 10 meh ceza li Şeker birîbû.    Dadgeha Bilind cezayê ku li Şeker hat birîn pesend kir. Piştî pesendkirina ceza Şeker li navçeya Kadinhaniyê hat binçavkirin û hat girtin.    Şeker, piştî ku Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Konyayê 12 sal û 6 meh ceza lê birîbû, di 7'ê Tîrmeha 2022'yan de ji Girtîgeha Akşehîrê derketibû. Bi hinceta ku jinûvedarizandinê dadgehê cezayê wî daxistibû 10 sal û 10 mehan. Piştî ku Dadgeha Bilidn cezayê wî pesend kir, der barê wî de biryara zevtkirinê hatibû dayîn.