Ethem Sarisuluk hat bibîranîn 2023-06-01 21:20:49   ENQERE - Ethem Sarisuluk ku li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn. Polîsan êriş bir ser girseyê û gelek eks binçav kirin.    Di 10'emîn salvegera çalakiyên Geziyê de, li Guvenparka Enqereyê ku Ethem Sarisuluk lê hatibû qetilkirin, çalakiyek hat lidarxistin. Polîsan êrişê çalakgeran kir. Polîsan beriya çalakiyê dor li Guvenparkê girt û nexwestin çalakger li hev bicivin û kesên li cihên cuda yên Kizilayê li hev civiyan jî binçav kirin. Polîsan tenê hişt malbat û çend kes tev li çalakiya bibîranînê bibin. Dirûşmeyên, "Hevrê Ethem nemir e", ‘"Gezî rûmeta me ye" û "Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin" hatin berzkirin.   Di çalakiyê de nêzîkî 30 kes hatin binçavkirin. Di dema binçavkirinê de polîsek li Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûkê xist.   Navên 14 kesên hatine binçavkirin ev in: ‘’Çagla Yeşîm Çakir, Songul Dogan, Mûstafa Feroglû, Enes Ûgûr, Zarîfe Çamalan, Ûmût Korkûtan, Devîn Can Atakan, Tûgûlka Koseoglû, Ilgaz Kekeç, Melîh Yildiz, Mûrat Can Çoban, Dîlara Huseyîn Gokoglû, Umît Can Akbûlût.’’   Piştî êrişa polîsan, girse li ber Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê civiya û daxuyanî da. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk di çalakiyê de axivî.   MIDÛRÊ ŞAXÊ EWLEHIYÊ DEST AVÊT PARLAMENTERÊ!   Çûbûkê diyar kir ku wê xwestiye bi malbata Ethem Sarisuluk re be û lewma Midûriyeta Ewlehiyê ya Enqereyê êrîşê wan kiriye û wiha axivî: "Ji ber ku me xwest em bi yên destgîrkirî re bin, Midûrê Şaxê Ewlehiyê dirêjê min kir tundî li min û gef li min xwar. Ahmet Şahbaz çawa ku kujer be, Mûhammed û Hanîfî jî tacizker in."   Parek ji girseyê ku polîsan êrişê wan kir, çû li ber Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê û li vir daxuyanî da çapemeniyê.   '1’Ê HEZÎRANÊ EM Ê LI PARKA GUVENÊ BIN'   Hevseroka Şaxê ÎHD’ê yê Enqereyê Sevîl Tûrgût bi bîr xist ku salvegera 10’emîn a Berxwedana Geziyê ye û got ku ew ê wek her sal 1’ê Hezîranê li Parka Guvenê bin.   JI BERÊ BÊHTIR DITIRSIN   Parêzerê Ethem Sarisuluk Kazim Bayraktar anî ziman ku di dozê de tu rêyeke hiqûqa navxweyî nemaye û ev gotin kirin: "Bi tundiya polîsan kir, xuya bû ku çiqas ditirsin. Xwedêgiravî hilbijartin kar kirine. Ji berê bêhtir ditirsin."   Sayfî Sarisuluk a dêya Ethem Sarisuluk, bi lêv kir ku 10 sal di ser qetilkirina Ethem re buhuriye û her sal heman tundî li wan tê kirin û wiha axivî: "Kurê min jiyana xwe ji dest nedaye, bi hevalên xwe re bû, Em ê dîsa bikin ku bijî û bigihîje hevalên xwe."   ‘TU HÊZ NIKARE ME JI TÊKOŞÎNA ME YA MAFDAR BIKE’   Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Pakîze Sînemlîoglû jî got: "Derb li me xistin, bi dehan hevalên me bi êşkence destgîr kirin û got: ‘’Tu hêz bi tu awayî nikare me jî têkoşîna me ya bi mafdarî bike."