ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-02 09:00:46       * Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskînê bilêv kir ku zimanê nijadperest û cihêkar li Kurdistanê bi Serokkomarê AKP'ê Erdogan daye windakirin û got ku encamên hilbijartinê ji bo desthilatê ne serketinek e.   * Endamê Lijneyea Rêveber a Navendî ya Partiya Çepên Kesk Mehmet Nûrî Ozdemîr, diyar kir ku tifaqa bi HUDA PAR'ê re ku "aqilê dewletê" ye, ji bo qelskirina siyaseta kurd hatiye kirin û got: "Ev yek di ser partiyên kurdî re dihat kirin, lê encam nagirtin. Dê ji niha û pê ve jî encamê negirin."    * Parêzvanên mafên mirovan diyar kirin ku pêvajoya hilbijartinê adilane nebû, hilbijartin di bin siya zimanê nefretê de ma û dê dev ji têkoşîna xwe ya parastina mafan bernedin.    * Hevserokê Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê Yûsûf Kara da zanîn ku diyalogên di navbera wan û hikûmeta Iraqê de berdewam dikin û got: "Berxwedana Mexmûrê kir ku Iraq paş de gav biavêje. Mesele bi temamî çareser nebûye. Lê ez dikarim bıbêjim ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ronahî dixuye."    * Hosteyê nexşandina kevirên Qirêjdaxê Cûma Balikçi destnîşan kir ku êdî tu hosteyên bi teknîka kevn hostetiyê dikin nemane û niha ew bi tenê bi teknîka kevn keviran dinexşîne.    * Girtiyê nexweş Onder Poyraz ku bi gurçîkekî dijî her ku diçe rewşa wî xedartir dibe. Poyraz êdî nikare destê xwe yê rastê jî bide şixûlandin.    * YOK’ê bi sedema “kêmbûna kapasîteyê” cihên xwendekarên ku dê li Amedê biketina ezmûna YKS'ê da bajarên din. Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê Emîne Akşahîn bertek nîşan da û got ku hêj wext heye û divê YOK ji xeletiya xwe vegere.    * Prof. Dr. Cîhan Tûgal bi lêv kir ku desthilata biserketî dê êrişkar be û bang li sosyalîst û karkeran kir ku li dijî êrişan bi kurdan re bibin yek.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 802’yan de berdewam bike.    * Serdema 28’emîn a Meclisê wê bi sondxwarina parlamenteran bê vekirin.    * Siyasetmedarê kurd Mûhsîn Melîk di salvegera 29’emîn a qetilkirina xwe de wê li ser gora xwe ya li Goristana Harran Kapi ya li Rihayê bê bibîranîn. (10.00)   * Komeleyên Dêrsimê yên Îzmîrê dê têkildarî êrişa nijadperest a komeke MHP’iyan a li dijî hin rêwiyên li Gumuşhaneyê wê il avahiya ÎHD’ê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)   * Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê dê li ber Sumerbanka Kevin a Konakê, Şaxa ÎHD’a Amedê jî dê li avahiya komeleya xwe Nobeta Aştiyê bigirin û daxuyaniyê bidin. (14.00-18.00)