Eren Keskîn: Zimanê netewperest bi desthilatê da windakirin 2023-06-02 09:01:48 STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskînê bi lêv kir ku zimanê nijadperest û cihêkar li Kurdistanê bi Serokkomarê AKP'ê Erdogan daye windakirin û got ku encamên hilbijartinê ji bo desthilatê ne serkeftinek e.   Namzetê Tifaqa Cumhûrê Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan ku kampanyaya xwe ya hilbijartinê li ser esasê çewisandinê ava kiribû, li qadan ji zimanekî netewperest û nijadperest wêdetir neçû. Ev yek jî nîşan dide ku dê Tifaqa Cumhûrê di heyama nû de siyaseta berberîkirinê esas bigire.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskînê hem encamên hilbijartinê hem jî zimanê netewperest û nijadperest ku di dema kampanyaya hilbijartinê de dihat bikaranîn, nirxandin.    Keskînê diyar kir ku Erdogan di vê hilbijartinê de jî kampanyayeke nijadperest û cihêkar bi rê ve biriye. Keskînê destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP'ê ji zû de ye dewletê xistine awayekî totalîter û got ku gelê ku rastî van polîtîkayan tê jî her diçe dişibe rêveberên dewletê. Keskînê têkildarî cardin bijartina Erdogan got ku bi vî awayî formeke gel a hînî "pêşengekî" bû ye çêbûye. Keskînê bi lêv kir ku tebeqeyeke gel a ku "dewlet bibêje çi rast e" çêbûye û got ku ev tebeqe tu tiştî nade ber lêpirsînê. Keskînê destnîşan kir ku ev zimanê netewperest gelekî talûke ye.   Keskînê bi bîr xist ku ji xeynî Tifaqa Ked û Azadiyê hemû partiyên din ên siyasî zimanekî nijadperest û netewperest bi kar anîne û got ku bi taybetî jî partiyên siyasî yên di nava Tifaqa Miletê de di tûra duyemîn a hilbijartinê de bêtir ber bi zimanekî nijadperest û neteweperest ve çûne. Keskînê destnîşan kir ku sedema vê jî penaberên sûriyeyî yên li welêt in.    BI DERFETÊN DEWLETÊ HILBIJARTIN   Keskînê anî ziman ku hilbijartin di şert û mercên adil de nehatine kirin û got: "Di vê pêvajoyê de wezîrek jî îstifa nekir. Bi vî awayî wezîran hemû derfetên dewletê bi kar anîn. Li gelek deveran rêveber û endamên Partiya Çepên Kesk rastî êrişan hatin. Ez yeqîn dikim ku di hilbijartinê de hîle hatine kirin û rayên hin partiyan li ber hin partiyên din hatine nivîsandin."    KURD BI AWAYEKÎ RÊXISTINKIRÎ TEVGERIYAN   Keskînê destnîşan kir ku desthilata AKP'ê di vê hilbijartinê de li bajarên mezin û Kurdistanê têk çûye û got ku encama vê hilbijartinê ji bo AKP-MHP'ê ne serkeftinek e. Keskînê wiha domand: "Kurdan di vê hilbijartinê de biryareke pir zor dan. Kurd ku eziyet ji bîrdoziya damezrîner a komarê kişandine, ray dan namzetekî kemalîst. Kurdan ji ber zimanê Kiliçdaroglû yê der barê demokratîkbûyînê de ray dan wî. Yanî yên herî zêde bi awayekî rêxistinkirî tevgeriyan kurd bûn. A rast encama hilbijartinê ez matmayî nekirim. Dê ji niha û pê ve çi bibe? Niha em bi pêvajoyeke wisa re rû bi rû ne ku mirov nikare tiştekî pêşbînî bike. Tayyîp Erdogan mirovekî pir pragmatîk e. Dibe ku sibê biryareke din jî bide. Aboriya Tirkiyeyê pir xirab bûye. Ger ne ji Qatar û Erebistana Siûdî be, aboriya Tirkiyeyê niha çûbû. Baş tê zanîn ku heya demokrasî neyê dê sermayeya biyanî neyê. Lewma dê ji bê gavî gaveke demokratîk bavêjin. Lê wê bi vî zimanê netewperest û nijadperest çawa bikin, ev meseleyeke din e."