Bi gurçikekê dijî, destê wî felc bûye û di pişta wî de platîn heye 2023-06-02 09:02:13   ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Onder Poyraz ku bi gurçîkekî dijî her ku diçe rewşa wî xedartir dibe. Poyraz êdî nikare destê xwe yê rastê jî bide şixûlandin.    Di girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de zext û êrişên li ser girtiyan zêde dibin. Girtiyên ku ji mafê xwe yên herî mirovî bêpar tên hiştin, bi tu awayî nayên tedawîkirin. Di encama van polîtîkayan de heta niha bi dehan girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û gelek ji wan jî bi awayeke gumanbar jiyana xwe ji dest didin. Yek ji van girtiyê nexweş ku rewşa wî xedar dibe Onder Poyraz e. Poyraz di qedexeya derketina derve ku birîndar dibe pişt re jî bi îşkenceyê tê girtin û bi îdiaya "Xerakirina yekitiya dewletê" û "endamtiya rêxistinê" 2 caran cezayê muebeda giran lê tê birîn.   Poyraz 7 sal in girtî ye herî dawî li Girtîgeha Qubînê ya Êlihê ya Tîpa T'yê dihat girtin 4 meh berê sewqî Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê ya Hejmara 2’yan hat kirin. Poyraz bi yek gurçikê dijî, di pişta wî de jî platîn heye. Di hevditina herî dawî de ragihand ku destê wî yê rastê jî felc bûye. Niha jî di hucreyê de tê ragirtin. Poyraz, bi tu awayî nikare pêdiviyên xwe pêk bîne û rewşa wî xedartir dibe.    7 SAL IN DI HÛCREYÊ DE YE   Hevjîna wî Fîrdevs Poyraz derbarê rewşa wî de axivî. Poyraz diyar kir ku hevjînê wê nikare di bin şert û mercên girtîgehê de bimîne û wiha got: “Rewşa wî ne baş e. Herî dawî dema ku di girtîgeha Êlîhê de girtî bû rewşa wî gelek xedar bû. Şevekî dema ku rewşa wî giran dibe bi ambulansê radikin nexweşxaneyê. Hê baş nehate tedawîkirin dîsa birin girtîgehê. Tedawî nakin. Heta ku rewşa wî giran nebe nabin nexweşxaneyê jî. Herî dawî dema ku min pê re axivî got, ‘destê min ê rastê jî felc bûye, ez êdî nikarim bi vî destî tiştekî bikim’. Niha gelek mexdûr e nikare rabe û rûnê. Nikare pêdiviyên xwe pêk bîne. 4 meh beriya niha ji girtîgeha Êlîhê sewqî girtîgeha Erziromê hate kirin. Li wir jî di hûcreyê de tê girtin.”    ‘BI YEK QURÇIKÊ DIJÎ’    Poyraz da zanîn ku tiştên ku ew jê re dişine jî tên desteserkirin û got: “Bi yek gurçikê dijîç Di pişta wî de platîn heye. Werselên wî hundir hemû xesar dîtine. Pereyê ku em jê re dişinin jî nadinê. Kincên wî, seatek min jê re şandibû ew jî nedanê. Jê re gotine me paşve şandine lê nedane me jî. Ev 5 meh in ez neçûme hevditinê. Piştî ku sirgûn kirin em nikarin biçin. Rê dûr e û derfet jî tune ye ku em biçin hevdîtinê. Zarokên min hene û nikarin bibim.”    DAXWAZE KU PARÊZER BIÇIN HEVDÎTINA WΠ   Poyraz bi lêv kir ku zilmeke gelek mezin li ser hevjînê wê heye û daxwaz kir ku bê berdan û ev tişt got: “Dixwaze ku were tedawîkirin lê ji roja ku hatiye girtin heta niha nayê tedawîkirin. Zilm li ser girtiyan heye. Heta ku heqê ceyranê jî ew didin. Tiştên kantînê biha ne. Min ji wî re du saz şandin ew herdû saz jî nedan wî. Ew saz vegerandine lê li ku ye nizanim. Nedane me. Seateke wî jî wenda kirine. Ji ber nexweşiyên xwe nikare xwarinê jî bixwe. Tenê dikare fêkî bixwe ew jî her carê nadinê. Banga min li parêzvanên mafê mirovan ew e ku xwedî li girtiyan derbikevin û bêxwedî nehêlin. Dixwaze ku parezerek biçe hevditina wî lê heta niha kes neçûye. Ez dixwazim ku dengê wî bê bihîstin, tedawiya wî bê kirin.”    MA / Zeynep Durgut