Rêxistinên mafan: Em ê dest ji têkoşînê bernedin 2023-06-02 09:03:52 ÎZMÎR - Parêzvanên mafên mirovan diyar kirin ku pêvajoya hilbijartinê adilane nebû, hilbijartin di bin siya zimanê nefretê de ma û dê dev ji têkoşîna xwe ya parastina mafan bernedin.     Di kampanyayên hilbijartinên 14-28'ê Gulanê de ku wekî hilbijartinên dîrokî dihatin pênasekirin, ya berbiçav zimanê nefretê û nijadperestiyê bû. AKP ku bi hemû derfetên dewletê kampanyaya xwe ya hilbijartinê bi rê ve bir, di seranserê pêvajoya hilbijartinê de serî li zimanê nefretê, nijadperestiya li hemberî penaberan û berberîkirina civakê da.    Parêzvanên mafên mirovan, kampanyayên hilbijartinê û binpêkirinên mafan ên di pêvajoya hilbijartinê de rû dan û heyama nû nirxandin.    ‘NE PÊVAJOYEKE ADIL BÛ'   Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Zafer Încîn anî ziman ku hilbijartin di şert û mercên adil de nehatine çêkirin û got: "Desthilateke ku zêdetirî 20 sal in sazûmaniya xwe ava kiriye heye. Desthilateke ku qanûnçêkirin, rêveberî û daraz xistiye destê xwe heye. Di vê pêvajoyê de baweriya bi YSK'ê û Ajansa Anadolûyê cihê nîqaşê ye. Ji lew re pêvajoyeke propagandayê ya ji milekî tenê ve dihat birêvebirin hebû. Di pêvajoya hilbijartinê de hemû derfetên dewletê bi kar anîn. Partiyên muxalif jî bi derfetên xwe kirin. Em bi rihetî dikarin bibêjin ku di vê hilbijartinê de demokrasiyê derb xwar."    Încîn, bi lêv kir ku Tirkiye 10 sal in bi krîzeke aborî û krîzeke civakî re rû bi rû ye û got ku di pêvajoya hilbijartinê de zimanê cihêkarî û nijadperestiyê berberîbûnê kûrtir kiriye. Încîn wiha axivî: "Tirkiye demildest divê demokratîkbûyînê û rêgezên gerdûnî esas bigire. Me wekî ÎHD hem ji bo pêvajoya hilbijartinê hem jî ji bo ya piştî hilbijartinê pêşniyazên xwe kir. Dê ji niha û pê ve jî têkoşîna me ya li dijî binpêkirinên mafan bidome."    'KUTIKÊN HILBIJÊRAN NE ZELAL BÛN'   Seroka Komeleya Rojeva Mafên Mirovan (ÎHGD) Ozlem Yilmazê jî anî ziman ku her du hilbijartinên ku di 14'ê Gulanê û 28'ê Gulanê de hatine kirin ne hilbijartên adil bûne û ev tişt bi lêv kirin: "Derfetên dewletê ji aliyê desthilatê ve pir hatin bikaranîn. Wezîrê Karên Navxweyî diviyabû îstifa bike lê nekir û di hilbijartinê de wekî Wezîrê Karên Navxweyî xebitî. Bi taybetî jî kutikên hilbijêran ên li herêmên erdhejê ne pir zelal bûn. Gelek mirov jiyana xwe ji dest dan. Lê gelek jê nehatin tespîtkirin. Em nizanin bê ka ji dêvla kesên ku jiyana xwe ji dest dane ray hatine avêtin an na. Her wiha di pêvajoya hilbijartinê de kurd û penaber bi cihêkariyê re rû bi rû man. Ev kampanya wekî ku ne sûcê dewletê be, lê yê penaberan be hat nîşan dan. Lê ev pirsgirêk sûcê dewletê ne. Penaber ji ber şer reviyane hatine. Em mecbûr in wan biparêzin. Lê kampanyaya hilbijartinê ji bo şandina wan hat kirin."    Yilmaz, Almanyaya salên 1930'î bi bîr xist û got: "Krîza ku di navbera 1920-1930'yî de li Almanyayê rû da, wekî ya niha ya Tirkiyeyê ye. Wê demê mirov bi çenteyên tije mark danûstendin dikirin. Krîza aborî û enflasyona zêde ya li wir nazîzmê û nijadperestiyê gur kir. Bi fikar im ku li vir jî heman tişt çêbibe. Lewma karê me hemûyan zehmet e. Lê em ê dest ji têkoşînê bernedin."    MA / Delal Akyuz