Egîtîm Sen: Hêj wext heye bila YOK ji biryara xwe ya xelet vegere 2023-06-02 09:06:11 AMED - YOK’ê bi sedema “kêmbûna kapasîteyê” cihên xwendekarên ku dê li Amedê biketina ezmûna YKS'ê da bajarên din. Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê Emîne Akşahîn bertek nîşan da û got ku hêj wext heye û divê YOK ji xeletiya xwe vegere.  Ezmûna Saziyên Hîndekariya Bilind (YKS) dê di 17-18’ê hezîranê de bê lidarxistin. Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK) cihên xwendekarên bajarên ji erdhejên 6’ê Sibatê bandor bûn, diyar kir. Li gorî vê yekê, cihê ketina ezmûna yên gelemperiya xwendekarên Amedê weke bajarên cuda hatine diyarkirin. Li Amedê tenê 6 dibistan ji erdhejê bibandor bûne û ji nav van 6 dibistanan tenê biryara hilweşandina 2 dibistanan hatiye dayîn. Tevî vê yekê jî YOK'ê di bi navê "kêmbûna kapasîteyê" ji bo ezmûnê berê xwendekarên amedî da bajarên cuda.    Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê Emîne Akşahîn têkildarî biryara YOK’ê axivî û bertek nîşan da.    Akşahîn, diyar kir ku piştî cihên ketina ezmûna YKS'ê hatin diyarkirin, xwendekar li wan geriyane û wiha domand: “Me dît ku tenê cihê xwendekarên Amedê dane bajarên din. Me ji Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) û YOK’ê xwest ku sedemên vê hîn bibin. Xwendekaran hem di pandemiyê de hem jî di erdhejê de travma jiyan. Piştî erdhejê xwendekar ji dibistanan dûr man. Li ser xwendekaran zext û kelecanek çêbûye û dixwazin bêyî xwesteka xwendekaran wan bişînin dibistanên 500-1500 kîlometreyan dûr. Ev tişt nayê qebûlkirin."   ÇIMA TENÊ AMED?   Bi domdarî Akşahîn destnîşan kir ku mijar ne tenê cihê mayînê û aborî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vir de mijara esasî derûniya xwendekaran e. Çima tenê li Amedê ev tişt hate kirin? Heta niha tiştek wisa çênebibû. Kapasîteya dibistinanên vir, têra xwendekaran dikin. Ji ber vê yekê jî pêwîstî bi bajarên din nîne. Xwendekar wê ewqas rê biçin, li cihekî ku ne hînî wê derê ne bikevin ezmûnê û em naxwazin xwendekar ji ber van yekan encamên nebaş bi dest bixin. Hewceye tavilê ev biryar bê betalkirin û MEB û YOK jî daxuyanî bidin."   'DAXWAZÊN XWENDEKARAN LI BERÇAVAN BIGIRIN'   Di berdewamê de Akşahîn da zanîn ku xwendekar piştî ezmûna yekemîn (TYT) mecbûr in li wir bimînin û ev yek jî wê bibe sedema stres, kelecan û travmayan. Akşahîn, axaftina xwe wiha qedand: “Pêwîste di biryarên tên girtin de başiya xwendekaran esas bê girtin. Hewceye daxwaz û xwestekên xwendekaran berçav bên girtin. Ji duh ve gelek xwendekar bi me re ketin têkiliyê û bertek nîşanî vê yekê dan û gotin ku wê ew kiryar li ser wan rewşek neyînî çêbike. Hêj wext heye û em dixwazin ev xeletiye were sererastkirin.”    MA / Bazîd Evren