Bersûc parastina ‘tehrîkê’ nekir lê bi hinceta ‘tehrîkê’ cezayê wî hate daxistin 2023-06-02 09:54:06   MÊRDÎN - Di doza Mulkiye Kazan de bersûc Mûstafa Asan parastina “tehrîkê” nekir lê dadgehê bi hinceta “Tehrîka neheq” cezayê Asan ji muebbedê daxist 21 salan.    Jina bi navê Mulkiye Kazan (24) di 16’ê mijdara sala 2021’an de li navçeya Wêranşar a Rihayê winda bû û di 17’ê kanûnê de jî cenazeyê wê bi awayekî definkirî hate dîtin. Di doza qetilkirina Kazan de biryar hate dayîn. Doz bi sûcên “kuştina bi zanebûn” û “Kes ji azadiya xwe bêpar hişt” hate vekirin û danişîna biryarê di 30’ê gulanê de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hate lidarxistin. Bersûc Asan li ser Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Her wiha Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Navenda Mafên Jinan a Baroya Mêrdînê jî danişîn şopandin.     ‘CÎNAYET PLAN KIRIYE’   Di danişînê de parêzeran got ku bersûc Asan cînayet ji berê ve plan kiriye û ji ber cînayetê jî poşman nîne. Parêzeran xwest ku Asan ji her tawanbariyekê cezayê muebbetê lê were birîn û daxwaz kirin ku hukmên daxistina ceza ji bo bersûc neyên bikaranîn.    Dozger jî bal kişand ser delîlên di mutalaaya xwe de û qeydên HTS’ê û xwest ku bersûc ji du sûcên cuda were cezakirin.    DAXISTINA CEZA YA BI HINCETA ‘TEHRÎKÊ’    Mîna di danişînên din di vê danişînê de jî bersûc îdia kir ku wî Kazan nekuştiye û ji Kazan re “bûye alîkar.” Bersûc Asan got; “Ez bo dadgehê rêz digirim. Ez bêsûc im.”    Dadgehê ji ber sûcê “Kuştina biqesdî ya biwesf” cezayê muebbetê da Asan. Her wiha bi hinceta “tehrîka neheq” cezayê Asan daxist û sedema wê wiha vegot: “Ji ber ku kuştî destgira bersûc bû û berpirsyartiya xwe ya sedeqatê bi cih ne anî, ev sûc di bin tehrîkeke neheq de hatiye kirin. Di vê çarçoveyê de li gorî xala 29/1 a TCK’ê cezayê bersûc ji bo 21 salan hatiye daxistin.”    Dadgehê her wiha ji ber sûcê “hîle kiriye û kes ji azadiya xwe bêpar hiştiye” jî 2 sal cezayên hefsê da bersûc. Di cezayê behsa xeberê de biryara taloqkirinê hate dayîn.