Di meha gulanê de 8 caran çekên qedexe hatin bikaranîn 2023-06-02 10:24:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk di meha gulanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê 8 caran bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bi kar anîn.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya meha gulanê parve kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); HPG’ê diyar kir ku herêm bi sedan caran ji hêla hewayî û bejahî ve hatiye bombebarankirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di pevçûnên meha gulanê de 54 leşker û cerdevan hatin kuştin. Her wiha hat destnîşankirin ku 13 endamên HPG/YJA Starê jî jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta tirk di meha gulanê de 8 caran bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar anîn, 126 caran bi balafirên şer êriş kir, 11 caran bi helîkopteran êriş kir, 435 caran bi topên hewan û obûsan, bi tank û çekên giran herêm toopbaran kiriye.