Berxwedana Mexmûrê di roja 14’an de didome 2023-06-02 11:05:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedana şêniyên Mexmûrê ya li dijî hewldana dorpêçkirina artêşa Iraqê di roja 14’an de berdewam dike.    Artêşa Iraqê di 20’ê gulanê de bi hejmareke zêde ya leşker û wesayîtên zirxî berê xwe dan Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Artêşa Iraqê xwest dora wargehê bi têlên direhî bipêçe, li dora wargehê xendekan bikole û kuleyên leşkerî lê ava bike. Li dijî vê hewldanê, xelkê wargehê jî dest bi berxwedanê kir û berxwedana wan ev 14 roj in bênavber didome. Tevî hemû hevdîtinên bi artêşa Iraqê re hatine kirin jî hewldana dorpêçkirinê didome. Şêniyên wargehê şevê din li dijî vê dorpêçê nobet girtin.