Karayilan: Muxatabên pirsgirêka kurd ne partî lê dewlet in 2023-06-02 12:23:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Rêvebera PKK’ê Mûrat Karayilan encamên hilbijartinan nirxandin. Karayilan, diyar kir ku pirsgirêka esasî pirsgirêka kurd e û muxatabê pirsgirêkê ne partî lê dewlet e. Karayilan, wiha got: “Heke çareseriyê bixwazin, vaye Rêber Apo li wir e.”    Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, têkildarî hilbijartinên 14-28’ê Gulanê û pirsgirêka kurd bi Stêrk TV’yê re axivî. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); Karayilan diyar kir ku hilbijartin di mercên adilane û wekhev de nehatine lidarxistin û wiha got: “Aliyekî hemû derfetên dewletê bi kar anîn. Aliyê din jî tevî girtinan rastî gelek zextên piralî hat. Bûyerên hîle-dizînê çêbûn. Encamên van hilbijartinan rewa nînin. Partiyeke ku ev 21 sal in îktîdar e, hemû hêza dewletê bi kar tîne û dema vê dike jî pîvan û qanûnan esas nagire. Bi awayekî bêsînor bi kar tîne û encamê bi dest dixe. Lewma encamên rewa nînin.”    HELWESTA GELÊ KURD GIRÎNG E   Bi domdarî Karayilan anî ziman ku gelê kurd helwesta xwe nîşan daye û wiha pê de çû: “Gelê kurd nîşan da ku li gel demokrasî û guherînê ye. Li gorî demên berê deng hinek ketine lê tevî ewqas girtin û gefan jî helwestekî girîng raber kir. Ez niha lê dinêrim, hinek derdor li ser vê gelek diaxivin. Lê ka bila xwe deynin şûna gelê me yan jî bila di rewşeke ku ewqas girtin û gefan de bixebitin. Tevî ewqas êrişan jî vîna xwe nîşan dan û ev yek tiştekî hêsan nîne. Divê ev kes van tiştan li ber çavan bigirin. Dema mirov van tiştan tevan dide berhev, bi rastî jî helwesta gelê me hêjayî pîrozkirinê ye û bi wate ye.”    ‘DEM HATIYE KU BIBÊJIN QRAL TAZÎ YE’   Karayilan bal kişand ser jinûvehilbijartina Tayyîp Erdogan û ev nirxandin kir: “Êdî dem hatiye ku rastî bi awayekî vekirî bên gotin. Dema gotina ‘qral tazî ye’ hatiye. Yê li hemberî Erdogan, kurd û elewiyek bû. Lewam deng jê re nehatin dayîn. Xuyaye ku sosyolojiya ku pergala Komara Tirkiyeyê li ser hatiye avakirin, rê nade ku kurdekî elewî bibe serokkomar. Erê rast e; dibe ku di nava dewletê de jî hinekan xwestibe guherîn çêbibe lê bikaranîna ewqas hêza dewletê encama plan û projeyan e. Vê pergala komarê ya bi pêşengtiya AKP-MHP-Ergenekonê bi xwe re sosyolojiyeke wiha afirandiye. Meyla olperest-nîjadperest ku senteza tirk-îslamê ye bi rêk û pêk kirine. Mijara esasî jî ev e. Heke wiha nebûya, Erdogan 21 sal berê hinek soz dabûn. Digot; ‘ez ê edaletê bînim, qedexeyan rakim, xizantiyê ji holê rakim.’ Ka ev tişt kirin? Berevajî vê, bi xwe re xizantî anî. Lê tevî vê yekê jî hate tercîhkirin. Çima? Ji ber ku propagandayeke li ser bingeha derewan meşandin.”    KURDEK NIKARE BIBE SEROKKOMAR   Karayilan di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Biniherin, dibe ku ciwan pê nizanibin, lê mezin zanin; berê li nava Partiya Edaletê yekî bi navê Kamran Înan hebû. Timî bi Demîrel re bû, yek ji kesayetên sereke yên Partiya Edaletê bû. Yekî ji Bedlîsê, ji malbateke naskirî bû. Derdora wî bi dewletê re bû. Kurd bûn, lê belê nedigotin 'Em kurd in'. Ya rast Kiliçdaroglû got 'Ez Elewî me', lê belê negot ku ew kurd e. Lê belê her kesî zanîbû ew kurdekî ji Dersimê ye. Kamran Înan bi 7-8 zimanan zanî bû. Li ser dîplomasiyê xwendibû. Her cara ku hikumetên Demîrel ava dibû, ew jî di nava desteya wezîran de bû. Bendewariya wî Wezareta Karên Derve bû, lê belê li şûna wê timî wezareta enerjiyê, wezaretên din didan wî. Bi kurtasî di dema Suleyman Demîrel de çiqas hikumet hatin avakirin ew timî wezîrekî wan hikumetan bû, lê belê ti carî nebû Wezîrê Karên Derve. Bendewariya wî jî ew bû ku bibe Wezîrê Karên Derve. Ji ber ku pisporiya wî li ser wê qadê bû. Bi kurtasî Kamran Înan beriya bimire got, 'Qanûnek heye ku di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de nehatiye nivîsandin. Ew qanûn jî bi vî rengî ye; Kurdek nikare bibe Wezîrê Karên Derve; û hew.'   Eger kurdek nikaribe bibe Wezîrê Karên Hundir, hingî kurdek nikare bibe Serokkomar jî. Ev bi vî rengî ye. Belê, dibe ku li DYE'yê yekî mîna Obama yê reş-melez bû serok û ev pêşketinek bû. Eger li Tirkiyeyê Kiliçdaroglû hatibûya hilbijartin, ev yek wê ji bo Tirkiyeyê di asta şoreşê de girîng bûya. Lê belê ji ber ku sosyolojiya li Tirkiyeyê weke projeyekê hate afirandin rê neda, winda kir. Sedema esasî ya têkçûnê bi vî rengî ye.   Niha gelek kes nîqaş dike, li dora meseleyê diçin û tên lê belê kes rastiyê nabêje. Rast e, dibe ku di bin navê 'terorê' de dijberiya li kurdan dan pêş û mîna ku propagandaya Erdogan a li ser vê bingehê encamek bi xwe re anî, yan jî bi vî rengî tê nîşandan, lê belê li pişt perdeyê rastî bi vî rengî nîne. Ya ku encam bi dest xist pirsgirêka mezhebû nasnameyê bû. Yên din ew tiştên fermî têne dîtin bûn, lê belê tişta esasî ya ku bi rêya tarîqa û cemaetan li kolanan, li gundan, li her derê hate sorkirin ev mijar bû. Li ser vê bingehê li hemberî muxalefetê bi ser ketin.   SOSYOLOJIYA BI NASNAME HATIYE AVAKIRIN    Li aliyê din kêmasiyên cuda jî hebûn. Bêguman ne pêwîste ku van hemûyan binirxînim. Mînak, di tûra duyemîn de muxalefetê li gorî propagandaya AKP'ê gotinên xwe guhert. Lê nihêrîn mîna ku AKP li ser neteweperestî û nijadperestê wê encamê bi dest bixe, wan jî dest bi bikaranîna zimanê AKP'ê kirin. Yanî ew jî li dijî me, li dijî kurdan axivîn, bi vî rengî ketin xefika AKP'ê, yanî ketin bin bandora propagandaya wan. Eger di gotinên xwe de hîn bi biryar û bawer bûya, dibe ku encam ne bi vî rengî bûya. AKP'ê di gotina xwe de timî israr kir. Derewan dike; eşkere dibe ku derewan dike, lê belê dîsa jî di heman gotinê de israr dike. Mînak; ew dîmenê montajkirî hebû ku dîmenê min bi xwe bi kar anîn. Dîmenê ku li wir hate bikaranîn, dîmenê merasîmeke beriya du salan bû. Tevî ku eşkere bû ku bi sextekarî ew dîmen bi kar anîne, tevî Erdogan bi şêweyekî li xwe mikur hat jî, heta dawiyê xwedî li wan dîmen û gotinan derket. Lê belê CHP'ê bi heman rengî nekir, gotina xwe guhert. Halbûkî li şûna ku wê bike eger di polîtîkaya xwe ya li ser çareserî, demokrasî, aştî û aboriyê de israr kiribûya, di tûra duyemîn de dikarîbû hîn bêhtir deng werbigirta. Bi kurtasî şaşitiyên bi vî rengî jî kirin. Mîna ku min got, hin kêmasiyên cuda jî hebûn, lê belê yên esasî ew nebûn. Yên esasî sosyolojiya bi nasname û sîstemê hatiye avakirin; deng neda wan, ew red kirin. Lewma kesekî ku diviyabû êdî wezîfe nekiribûya hate hilbijartin û derbasî pêşiya Kiliçdaroglû hate kirin. Encama herî girîng û esasî ya hilbijartinê yek jê bi vî rengî ye.   GELÊ ME LI PEY AZADIYA XWE YE   Partiya me partiyeke hilbijartinê nîne. Ji bo me ewqas pirsgirêkeke bingehîn nîne, lê belê bêguman divê îro jî sosyolojiya li Tirkiyeyê hatiye afirandin rast bê fêhmkirin. Ji xwe yek ji pirsgirêkên CHP'iyan û hin kurdan jî ev bû. Di vê mijarê de hin nêzîkatiyên şaş ên kurdan hene. Mînak, eger CHP'iyekî cuda bibûya namzet, dikarîbû bi ser biketa. Di mijara diyarkirina namzet de kêmasî hebûn; eger sosyolojiya hatiye afirandin bihata dîtin û rast bihata xwendin, hingî wê li hemberî faşîzmê serketin pêk bihata.   Bêguman dema ku em ji aliyê xwe ve dinirxînin dibînin ku gelê me bi soza xwe re ye, li pey azadiya xwe ye, alîgirê demokrasiyê ye û li pişt tevgera xwe ye. Ev yek hêzê dide me. Li ser vê bingehê em hêzê werdigirin û ji niha û pê ve em ê di asteke hîn bilindtir û xurtir de têkoşîna xwe dewam bikin. Divê alîgirên me hemû, gelê me, welatparêz û şoreşgerên Tirkiyeyî yên dost li ser vê bingehê tevbigerin. Ji vê encamê divê em xwe hîn xurtir bikin. Ji ber ku hîmê bihêzbûnê hatiye danîn û divê em encama vê yekê teqez bikin hêz.   MUXATABÊ PIRSGIRÊKA KURD DEWLET BI XWE YE   Di dema nû de bi demokrasî û azadiyê têkoşîna ji bo mafên xwezayî yên gelê me wê hîn bêhtir geş bibe. Bêguman divê em ji her cûre êrîşan re amade bin, ku ji xwe me xwe amade kirine. Lê belê vê jî bibêjim: ji bo me pirsgirêka esasî pirsgirêka çareserkirina pirsgirêka kurd e. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê jî demokrasî divê. Muxatabê pirsgirêka kurd partî nîne, dewlet bi xwe ye. Yanî muxatabê me dewleta tirk e. Lewma ti pirsgirêka me nîne ku em bi partiyên li nava sîstemê re dijminatiyê yan jî dostaniyê bikin. Ji ber ku muxatabê me diyar e. Mînak, eger niha desthilatdarî hatibûya guhertin, li ber me wê dîsa heman tişt hebû. Ji ber ku ev siyaseteke dewletê ye. Lewma em cudahiyeke gelekî mezin nabînin û têkoşîna me wê hîn bi xurtî dewam bike.   Beriya her tiştî em ji êrîşan re amade ne. Yanî em ji şer re amade ne. Divê vê yekê bi kurtasî bibêjim. Xwestin ku sed salan bi kuştin, qirkirin û tunehesibandinê pirsgirêka kurd ji holê rakin. AKP-MHP-Ergenekon bi taybetî 8 salên dawî bi konsepteke nû û bi êrîşên topyekûn ev yek dewam kirin. Lê belê nekarîn bikin. Vaye em li her derê hene, çeperên me parastî ne.   HEKE DAXWAZ ÇARESERÎ BE RÊBER APO LI WIR E   Tevî vê yekê jî eger bixwazin ku bi kuştin û qirkirinê encamê bi dest bixin, hingî em jî ji şer re amade ne. Divê gelê me jî amade be. Helwesta gelê me nîşan dide ku ji bo nasname û doza xwe ji her tiştî re amade ye. Gelê me gelekî fedakar e û di vê mijarê de wê ya pêwîst bike, fedakariya pêwîst wê pêk bîne. Em temsîliyeta vê rastiyê dikin. Kurdistan li Tirkiyeyê rastiyeke. Gelê kurd jî rastiyeke. Hebûna PKK'ê û gerîla rastiyeke. Nikarin ji nedîtî ve bên, nikarin ji holê rakin. Ew nikarin rastiya Rêber Apo, gerîla û Kurd-Kurdistanê ji nedîtî ve bên. Bi vî rengî ye. 40 sal in dixwazin me tune bikin; her sal dibêjin 'em ê îsal tune bikin, em ê bi ser bikevin', lê belê tiştek naguhere. Eger nêzîkatiyek bi aqilane bê nîşandan û guhertin bê kirin, hingî Rêber Apo li Îmraliyê ye. Beriya niha bi 27 salan hevdîtin pê re hate kirin, di hevdîtineke beriya niha de gotibû, ew dikare vê pirsgirêkê di nava hefteyekê de çareser bike. Yanî eger daxwaz çareserî be hingî Rêber Apo li wir e. Lê belê eger dixwazin bi kuştina ciwanên kurd encamê bi dest bixin, em ê rê nedin vê û em ê wan têk bibin. Kûrahiya taktîkî û rêbaza hate afirandin, nîşan dide ku em ê bi ser bikevin. Heta dawiyê baweriya me bi vê heye û divê gelê me û dostên me jî ji vê bawer bike. Çawa ku me heta niha dijmin rawestand, ji niha û pê ve jî em ê bi ser bikevin.   DI ASTA HERÎ BILIND DE BI ROLA XWE RABIN   Di vê çarçoveyê de beriya her tiştî bang li jin û ciwanên kurd dikim ku karên rêxistinî xurt bikin. Bang li mêr ên ciwan û jin ên ciwan dikim ku hem pêşengiyê ji civakê re bikin, hem jî kar xurt bikin, berê xwe bidin qadên gerîla. Em li benda wan in. Divê ew jî di vê dema girîng de di asta herî bilind de bi rola xwe rabin. Em di wê baweriyê de ne ku ciwanên kurd hêjayî vê ne. Vaye dijmin ji wan ditirse; binihêrin li Geverê, li Pirsûsê li her derê êrîşî wan dike, digire. Ji ber ku ji wan ditirse. Lê belê kes nikare van ciwanan rawestîne. Ev jî rastiyeke, ku heta dawiyê em pê bawer in. Serketin wê ya me be; serketin wê ya hêzên demokrasiyê be, serketin wê ya gelên Kurdistanê be."