Kurê girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min tê tecrîdkirin 2023-06-03 09:00:24 AMED - Ahmet Ozkan ê kurê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku çend roj berê hat berdan, diyar kir ku bavê wî tê tecrîdkirin û mehkûmî sendeliyeya biteker bûye û xwest ku bavê wî bê berdan.    Ji girtiyên nexweş ên rewşa wan giran ê di lîsteya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de yek jê jî Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ye. Guatra bijehr, nexweşîna guh û çavan, nexweşiya helandina hestiyan bi Ozkan re heye. Her wiha Ozkan heya niha 5 caran qeyrana dil derbas kiriye û ji ber vê 4 caran jî anjiyo bûye.  Di demên dawî de Ozkan her hefte herî kem rojekê diçe nexweşxaneyê. Ozkan heya niha 302 caran sewqî revîra girtîgehê û 374 caran jî sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin.   Ozkan ê ku di sala 1993'yan de kuştina Tûxgeneral Bahtiyar Aydin xistine stuyê wî û ji ber vê 27 sal in girtiye, nexweşxaneyê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye wî, lê ji ber rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ya Saziya Tiba Edlî (ATK) nayê berdan.    Ahmet Ozkan, kurê Mehmet Emîn Ozkan ku 5 salan li girtîgehê li cem bavê xwe ma, piştî 12 sal û 8 mehan di 25'ê gulanê de ji Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1'an derket. Ozkan, bilêv kir ku rewşa bavê wî Mehmet Emîn Ozkan qet nebaş e.    Ahmet Ozkan da zanîn ku bavê wî ji ber ku girtiyê siyasî ye nayê berdan û got ku hemû hewldanên parlementeran, parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl ên ji bo berdana bavê wî bê encam mane.    Ozkan diyar kir ku gava di Girtîgeha Bandirmayê de bûye, ji bo alîkariya bavê xwe bike sewqa xwe ji bo Amedê xwestiye û got: "Nexweşîna hîpertansiyonê pê re heye. Bavê min heya niha 5 caran anjiyo bûye. Di sala 2015'an de Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' da wî. Lê ATK, bereksê vê rapor anexweşxaneyê, rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' da wî û nehişt bê berdan. Ji bo taloqkirina cezayê wî me heya niha herî kêm 5 caran serî li ATK'ê daye. Lê her tim jî biryara redkirinê daye."    DI NAVA NIVÎNAN DE YE   Ozkan destnîşan kir ku bavê wî di nava nivînan de ye û nikare bi tena serê xwe bijî û wiha domand: "Ne dikare binivîse ne jî dikare bixwîne. 10-15 deqeyan tenê dikare televîzyonê temaşe bike. Çimkî çavên wî baş nabînin. Guhên wî giran bûne. Lewma em nikarin pêwendiyê pê re deynin. Bavê min tê tecrîdkirin. Mehkûmî sendeliyeya biteker e. Li her derê girtîgehê kamera hene. Gava em diçin cihê hevdîtinê, gava em diçin cihê telefonê yan jî cihê werzîşê bi van kamerayan tê tomarkirin ku bê rewşa wî çi qas giran e. ATK çawa dibêje 'dikare di girtîgehê de bimîne!' Biryara ATK a der barê bavê min de ne rast e. Ger dixwazin rastiyê bibînin, bila li qeydên kamerayan mêze bikin."    ‘NIKARE BI TENA SERÊ XWE RÊWÎTIYÊ BIKE'   Ozkan diyar kir ku mehek berê dozgerê girtîgehê hatiye qawîşan û gotiye ku divê Mehmet Emîn Ozkan cardin biçe ATK'ê muayene bibe û wiha axivî: "Nexweşînên kronîk bi bavê min re hene. Bi tena serê xwe nikare rêwîtiyê bike. Gava biçe, wir wê di girtîgeha wir de bi tena serê xwe di hucreyê de bimîne. Lê niakre bi tena serê xwe bimîne. Min ji dozger re got, ger refeqatvanek pê re biçe, ez ê qebûl bikim lê wekî din na. Dozger got, 'vê rewşê di nava xwe de nîqaş bikin.' Lê belê ji bo şandinê çi erênî çi neyînî tiştek negotin."    COTSTANDARDÎ   Ozkan bilêv kir ku rêveberiya girtîgehê ji bo berdana bavê wî ne samîmî ye û got: "Ji bo bertekên raya giştî yên ji bo bavê min bitepisînin dibêjin ew ji bo berdana wî tevdigerin. Lê ev ji prosedorê wêdetir naçe û bi ya min ev hewldan, ne hewldaneke jidil e."    Ozkan bertek nîşanî astengkirina berdana girtiyên nexweş da û wiha got: "Ji bo bavê min dibêjin gava derkeve dê bireve. Mirovekî 84 sal û nexweş dê çawa bireve? An jî dibêjin gava derkeve dê moralê gel xweş bike. Ma helwesteke wiha tê qbeûlkirin? Bi rastî jî biryarên trajîkomîk in. Ên ji sûcê edlî, endamên Hzîbullahê û yên ji rêxistinên sûcî yên din girtî tên berdan lê girtiyên siyasî na. Ji lew re helwesta wan bîrdozî ye. ger ne wiha bûna, dê bavê min û girtiyên nexweş ên din bihatana berdan."    Ozkan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bertekên li hemberî astengkirina berdana girtiyên nexweş qels in û got ku ger raya giştî bertekên mezin nîşan bide wê bên berdan.    MA / Mehmet Guleş