Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 15'emîn de berdewam dike 2023-06-03 10:19:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedana xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya li dijî têlkirin û dorpêça ser wargehê 15 roj in berdewam dike.    Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û bircan ava bike. Ji roja destpêkê heya niha ango 15 roj in, xelkê Mexmûrê li dijî vê hewldanê rawestiyane û li ber xwe didin.   Xelkê wargehê 15 roj in bi şev û roj li dijî dorpêçê di nava berxwedanê de ne. Her wiha leşkerên Iraqê jî bi israrin û hewl didin, derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin.   Xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê duh bi şev jî di konên berxwedanê de heya sibehê nobedê girtin û heya niha ev berxwedanî dewam dike.