Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin 2023-06-03 12:35:34   STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 949'emîn de çûn Qada Galatasarayê. Lê wek her hefte polîsan tevî biryara AYM’ê jî Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan kirin binçavan.    Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 949’emîn de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe bidomînin. Tevî ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) “binpêkirinê” daye jî lê polîsan qadê dorpêç kir û Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan kêliya ku gihîştin qadê dorpêç kirin. Polîsan êrişî dayikan û parêzvanan kir û ew kirin binçavan.    Polîsan rojnamevanên ku xwestin dîmen û wêneyan bigirin jî ji qadê dûr kir. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne:    Eren Keskin, Gulseren Yolerî, Besna Tosun, Îrfan Bîlgîn, Hanîfe Yildiz, Alî Ocak, Alî Tosûn, Leman Yurtesever, Nazim Dîkbaş Hunkar Hudaî Yurtsever, Cîhan Kaplan, Bîlal Yildiz, Asli Takanay, Taylan Bekîn